ÎHD'ê xwest girtiya nexweş Burakmak bê berdan 2017-03-04 15:50:39 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. ÎHD'ê di çalakiyê de xwest girtiyê nexweş Devrim Burakmak bê berdan. Komîsyona Girtiyên Nexweş a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya girtiyên nexweş bên berdan, çalakiya "Rûniştina F" a li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Komîsyon di hefteya 258’an de disa li qadê kom bûn û dawîzên ku daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin rakirin. Komîsyonê di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Di hefteya 258’an a Rûniştina F de bila Devrîm Bulakmak bê berdan" rakirin. Endamên komîsyonê bê navber siloganên “Mirov bi mafên xwe mirov in", “Bila Devrim Burakmak bê berdan" “Bila girtiyên nexweş bên beran" berz kirin. Parêzvanê mafên mirovan Îkbal Eren daxuyani xwend û diyar kir ku roj bi roj hêjmara girtiyên nexweş zêde dibin. DAXWAZNAME YA JI BO SEROKOMAR BÊ BERSÎV MA Eren, anî ziman ku di her firsendê de êrîşî çalakî û daxuyaniyê wan tên kirin û wiha got: "Rewşa tenduristiya Devrim Burakmak a girtî ne pir baş e. Doktor Orhan Çelik der barê wê de teşhîsa şizofren kiriye. Heta niha 5 caran ketiye hewldana întîharê. Dayika Burakmak ji Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Dadê re daxwazname nivîsandin. Lê daxwaznameyên hatin nivîsandin bê bersîv man. Ji ber pêkanînên keyfî girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne. Ji ber pêkanînên keyfî Burakmak ket vî halî. Em dixwazin Devrim Burakmak bê berdan."