Li Girtîgeha Ceyhanê girtî hatin derbkirin 2016-11-24 08:08:39 EDENE- Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê cendirme û gardiyanan girtî derb kirine. Malbatên ku hîn bûn, zarokên wan di dema derxistina dadgehê de hatine derbkirin gotin, wan zarokên xwe nas nekiriye. Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê, çend roj berê girtî ji aliyê cendirme û gardiyanan ve hatine derbkirin. Li gor îdiayê hat îfadekirin ku, piştî Dozgerê Komarê yê Ceyhanê bi heyetekê re li qawîşan digere, cendirme û gardiyan girtî derb kirine. Li gel vê girtî rastî cezayê pêwendiyê jî hatine û her wiha hat îfadekirin ku, ji girtiyan Zafer Bahadir, Omer Tolûk, Mûstafa Ozer û Huseyîn Kaya piştî tên derbkirin 4 roj şûn de wan dişînin dadgehê û li vir diyar dikin ku ew hatine derbkirin û li ser vê malbat hîn dibin ku zarokên wan hatine derbkirin. Malbatên ku hîn bûn zarokên wan hatine derbkirin, bi rêya parêzeran li dozgeriyê gilî kirin. Dayika Zafer Bahadirê girtî, Ayşe Bahadir anî ziman ku, ew li dadgehê hîn bûne ku kurê wan rastî îşkenceyê hatiye û wiha got: “Li dadgehê kurê min got em hatine derbkirin, lê dadgeh got ev dozeke cudaye û guh nedayê. Dawiyê me hevdîtin bi parêzerên wan re pêk anî. Dawiyê parêzer çûye girtîgehê û dema ev rewş pirsiye jê re gotin, ‘Vana di nav xwe de hevdîtinên nepen kirine, agir vêxistine û dirûşme berzkirine.’ Zarokên me jî gotin ev ne rast in, piştî dozger li qawîşan geriyaye, gardiyan û cendirme ew derb kirine. Her wiha ne ew tenê, hemû girtî hatine derbkirin.” 'MIN KURÊ XWE NAS NEKIR’ Dayika girtiyê bi navê Omer Tolûk, Meryem Tolûk anî ziman ku, wê kurê xwe li dadgehê nasnekiriye û wiha got: “Bi kîjan hincetê îşkence li kurê min kirine em wê jî nizanin, her tiştî dikin hincet. Zaf îşkence lê hatiye kirin. Sûcekî kurê min heye, ew jî ji ber kurd e, wekî din tu hincet tune ye. Êdî bes e, bila devlet dev ji vê îşkence û zilmê berde. Em dixwazin zarokên me yî Newroz pîroz kirin û tenê sûcê wan ev e, êdî li ba me bin.” 'XWARIN NEDAN WAN’ Dayika girtiyê bi navê Mûstafa Ozer, Zeynep Ozer jî diyar kir ku, tiştên hatine kirin kêfî ne û wiha got: “Li qawîşê tu rageşî tune bûye û piştî dozger li qawîşan geriyaye, gardiyan û cendirme êrîşî girtiyan kirine. 5-6 gardiyanan êrîşî kurê min kiriye û ji ber vê ji çav û nava xwe hatiye derbkirin. Kurê min ê di asta jor de berçavk ji bo wî hatiye dayîn, piştî vê êrîşê xwîn li çavê wî kom bûye. Zarokên ku birin qawîşên cuda, wê rojê xwarin, pêlavên wan û nivîn nedane wan.” Ozer anî ziman ku, îdare gotiye zarokên wan agir vêxistiye ûd irûşme berzkirine, lê zarokên wan van gotinên îdarê derewandine û wiha got: “Van ciwanên ku piştî 4 ojan dadgeha wan hebeû, wê çawa tiştekî wisa bikin. Mafê wan î hevdîtina telefonê ya heftane hat qedexekirin. Girtiyên li qawîşên kêlekê yên dengê xwe lid engê wan zêde kirine jî, rastî şidetê hatine. Ji bo rapora derbê nedin, wan nebirine nexweşxaneyê. Hemşîreya girtîgehê li mazgala derî zarokê ku ji çavê xwe kulm xwariye, bi hinceta tiştek ketiye çavê wî qaşo tedawî kiriye.” 'DOZGER FERMAN DA DAXWAZANAMEYÊ NABÎNE’ Bavê girtiyê bi navê Huseyîn Kaya, Faîk Kaya jî diyar kir ku, wan serî li ÎHD’ê daye û daxwazname dane dozgerê ku ferman daye û dest nîşan kir ku, ew ji dozgerê ku ferman daye bi guman in ku wê edaletê pêk bîne.