Li 31 herêmên Dersimê qedexe hat îlankirin 2017-03-04 22:24:16 DERSIM- Walîtiya Dersimê, daxuyand ku ji bo 15 rojan 31 herêmên Dersimê hatine qedexekirin. Walîtiya Dersimê, daxuyand ku ji bo 15 rojan li navçeyên Qisle, Pilumûriye, Xozat û Pulurê bi giştî 31 herêm wek Herêma Ewlehiya Taybet hatine îlankirin. Dê qedexya heta 16'ê Adarê bidome.