Zêdebûna vegera ber bi Îdlîbê ji bo çî ye? 2016-11-24 09:08:52 HATAY – Ji Îdliba ku di bin operasyonên hewayî yên Rûsyayê de ye tê diyarkirin ku, li gel koçberiyê veger jî zêde pêk tê. Her wiha ji ber li Navenda Paşveşandinê ya Hatayê cih tune, li sînorê Hatay-Sûriyeyê li herêmên leşkerş bi sedan penaber jî tên rawestandin. Bi şerê li Sûriyeyê re, li Hataya ku zêdeyî 400 hezar penaber lê dijîn, bereksê Îdareya Koçberiyê ya Bajêr veger zêde pêk tên. Ji ber êrîşên ku her roj dijwar dibin, ber bi navçeyên Reyhanli û Yayladagiyê bi awyaekî zêderî koçberî pêk tê û di nav mehekê de bi taybetî tê diyarkirin ku, ji bo vegera Îdlîba ku di bin êrîşên hewayî ya Rûsyayê de ye serlêdan pêk tên. Li Îdareya Koçberiyê ya Hatayê çavkaniyeke ku ji ber ewlehiyê em navê wî naweşînin hin agahî dan dîhaberê. Çavkanî diyar kir ku, di meha dawî de ji bo vegera Îdlîbê 2 hezar kes serî li Îdareya Koçberiyê ya Bajêr dane. Çavkanî diyar dike ku, piraniya yên serî lê dane mêr in û temenê wan di navbera 20-35’an de ye. GELO BEŞDARBÛYÎNA NAV SELEFIYAN JÎ BI RÊYÊN ZAGONÎ YE? Çavkanî diyar kir ku, ew tu wateyê ande vegera ji bo Îdlîba di bin êrîşan de ye û dest nîşan kir ku, ji nişkave zêdebûna serlêdanan pirsînîşaniyê li mirov peyda dike. Serlêdanên vegera ji bo Îdlîba di bin êrîşên Rûsyayê de ye nehat zanîn, lê çavkaniyê herêmî dest nîşan dike ku, ew di wê qenaetê de ye ku ev veger ji bo beşdarbûyîna komên wek El Nûsra û Ehrar El Şamê yên di nav OSO’yê de pêk tên û piştî dîwar hat lêkirin derbasbûyîn xetere bû û niha wê bi rêyên zagonî pêk tînin. PENABER LI HERÊMÊN LEŞKERÎ TÊN RAWSTANDIN! Her wiha dîsa li gor agahiyên ji çavkaniyeke leşkerî hatin wergirtin jî, ji ber li Hatayê li Navenda Paşveşandinê cih tune ye, bis edan penaber ji ber hinceta ewleyiyê li sînorê Hatay-Sûriyeyê, li herêmên leşkerî tên rawestandin. Rayedarê leşkerî diyar kir ku, kesên li Tirkiyeyê hin sûc kirin û bi qaçaxê derbas dibin, ji ber qertên wan î danasînê tune ne li sînor tên arwestandin û dest nîşan kir ku, ji bere w kes naxwazin biçin Îdlîbê tên arwestandi, lê belê di rêjon pêş de wê wan bişînin qadên di bin venêrîna El Nûsrayê de ne.