‘Li dijî îxrackirinan em ê têkoşîna xwe ya huqûqî xurt bikin’ 2017-03-05 09:06:06 EDENE- Kedkarên perwerdehiyê yên hatin îxrackirin, li dijî daxuyaniya teserûfa îdarî ya têkildarî îxrackirinan a Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bertek nîşan dan û dest nîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya huqûqî bidomînin. Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di bernameyeke televîzyonê de têkildarî rewşa kedkarên bi KHK’yan hatin îxrackirin gotibû, “Kesên hatin îxrackirin hemû ne sûcdar in. Ev kes ne ji berk u sûc kirine, bi biryarên îdarî ji peywirên xwe hatine dûrxistin.” Kedkarên perwerdehiyê yên li Edeneyê hatin îxrackirin, li dijî vê daxuyaniyê bertek nîşan dan. Endama Egîtîm-Sen’ê Şukran Yeşil a bi KHK’ê hat îxrackirin, got AK Partî ji ber mafê perwerdehiya zimanê dayikê, mafê jiyanê û aştiyê parastinê endamên Egîtîm-Sen’ê îxrac kirine. 'ÊRÎŞÎ KEDKARÊN PERWERDEHIYÊ DIKIN’ Yeşil, dest nîşan kir ku ew wek Egîtîm-Sen’ê tim li dijî derhuqûqiyan têdikoşin. Yeşil, anî ziman ku AK Partî ji têkoşîna ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê nerihet e û got, ji ber vê hemû çalakî û xwepêşandanên kedkarên perwerdehiyê bi awayekî “derqanûnî” tên nîşandan. Yeşil wiha got: “Ji ber terhê têkoşîna me tersî polîtîkayên îktîdara AKP’ê ne, êrîşî me dike. Ji ber van polîtîkayên xwe me îxrac dikin.” 'DÊ TÊKOŞÎNA ME YA HUQÛQÎ BIDOME’ Yeşil, diyar kir ku AK Partî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê veguherandiye firsendê, hemû kesên muxalif tasfiye dike. Yeşil, dest nîşan kir ku daxuyaniye “teserûfa îdarî” ya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ew neheyirandine. Yeşil wiha axivî: “1498 kesên ji Egîtîm-Sen’ê hatin îxrackirin ji bereka biryarên navenda giştî derneketine û di nav tu çalakiyeke derqanûnî de cih negirtine. Der barê hevalên me yên hatin îxrackirin de, berê tu lêpirsîn û dozek tune bû, lê li gel vê jî hatin îxrackirin.” Yeşil, dest nîşan kir ku bi îxrackirinan dixwazin kedkaran bi birçîbûn û xizaniyê terbiye bikin û got, lê ew ê tu carî dev ji vê doza xwe ya mafdar bernedin. Yeşil, diyar kir ku li dijî vê teserûfa îdarî heke encamk ji huqûqa navxweyî dernekev, ew ê serî li DMME’yê bidin û wiha got: “Em ê mafên xwe bi dest bixin û dê têkoşîna me ya huqûqî bidomîne.” 'JI BO EGOYA XWE YA SIYASAL TETMÎN BIKIN ÎXRACAN DIKIN’ Serokê Şaxa Egîtîm-Sen’an Edeneyê Ahmet Karagoz ê bi KHK’ê hat îxrackirin jî têkildarî daxuyaniya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag got, nîşan dide ku îxrac bi awayekî kêfî hatine kirin. Karagoz wiha axivî: “Em vê nêzîkatiya îktidarê bi awayekî tund şermezar dikin. AKP ji bo mirovan biguherîne û egoya xwe ya siyasî tatmîn bike hemû karmendên muxalif îxrac dike.” Karagoz, ragihand ku îxrackirin bandorê li hemû civakê û bi taybetî jî li malbata kesê/a hatiey îxrackirin dike û wiha got: “Îktîdar mirovan mehk»mî birçîbûnê dike.” Karagoz, dest nîşan kir ku divê ev îxrackirin demildest bên betalkirin û kesên hatine mexdûrkirin îadeyê peywira xwe bên kirin. Karagoz, gotina Wezîrê Dadê Bozdag “Tu sûcekî kesên hatine îxrackirin tune ye, tenê me di encama karên îdarî de ew îxrackirin” bi bîr xist û wiha axivî: “AKP ne FETO, hemû xebatkarên cemaweriyê yên muxalif îxrac dike. Em ê serî li hemû riyên huqûqî bidin. Em ê destû pêkanînên dixwazin bi tasfiyeyan bikin nedin û em ê ji bo vê têkoşîna xwe ya huqûqî xurtir bikin.”