Asta binpêkirina mafan: Gefa li parêzeran, binçavkirina dirêj a zarokan 2016-11-24 09:09:09 EDENE/ MÊRSİN – Parêzeran diyar kir ku, bi OHAL’ê wek 30 rojî dirêjkirina dema binçavkirinê, li Edene û Mêrsînê bûye sedema binpêkirinên mafan ên cidî û anîn ziman ku, pêvajoya binçavkirinên dmedirêj herî zêde zarokan mexdûr dike û gotin, polîs êdî gefan li parêzeran dixwin. Parêzeran anî ziman ku, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) yên piştî îlankirina OHAL’ê hatin derxistin re, dema di bin çavan de bûye 30 roj û ev dem li Edene û Mêrsînê bûne sedama binpêkirina mafan ên cidî û gotin, parêzerên ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinan pêk tînin jî, rastî heqaret û gefxwarinan tên. Parêzer Alî Bozan ê çend roj berê ji bo bi muwekîlê xw ere hevdîtinê pêk bîne çûye muduriyet polîsan derpêş kir ku polîsan sixêf jê re kirine û bi vî awyaî gef lê xwarine, “Em ê wî jî di demeke nêz de bişînin cem Demîrtaş.” Bozan anî ziman ku, wî li dozgeriyê giliyê polîsan kiriye û wiha got: “Min li dozgeriyê got, ehke der barê min de giliyek hebe dixwazim ji bo min bê ragihandin. Min got heke der barê min de tu lêpirsînek tune be, ew çax dixwazin polîs bê cezakirin. Herî dawî min li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê beyan kir ku, heke ez di çarçoveya vê lêpirsînêd e bêm girtin biryara vê wê ne dadwer ne jî dozger dabe, wê polîs dabe.” ‘SERLÊDAN HEYE, LÊ NAVÊ MIN TUNE YE’ Bozan anî ziman ku, li Muduriyeta Polîsan a Mêrsînê têkildarî îşkence û muameleya kirtê gelek binpêkirinên mafan hene, lê ji berk u mirov ditirsin serî li emrciyên eleqedar nadin û got, heta niha tenê 5 bûyer di çapemeniyê de xwe dane der. Bozan anî ziman ku, der barê giliyên li Serdozgeriya Komarê hatine kirin û îlanên sûcî de jî heta niha tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Bozan anî ziman ku, tiştên di demên dawî de pêk tên şik ûg umanê li parzêeran jî peyda dikin. Bozan dest nîşan kir ku, ew ê her tim şopdarê îşkence û muameleyên kirtê ên di bin çavan de tên kriin bin û diyar kir ku, mebesta heqaret û gefên lê hatine xwarin bes ji bo tirsandinê bûne û wiha got: “Bi taybetî dixwazin rê li ber îşkence û muameleyên kirtê ên li Muduriyeta Şaxa TEM’ê pêk tên bigirin.” ‘HERÎ ZÊDE ZAROK BANDORÊ JÊ DIGIRIN’ Parêzer Tûgay Bek anî ziman ku, pêvajoyên demdirêjiya binçavan herî zêde zarokan mexdûr dike û dest nîşan kir ku, wek 30 rojan dirêjkirina vê demê binçavkirin veguherandine amûra îşkenceyê. Bek anî ziman ku, zarok bi rojan di hucreyên ji atmosfereke tenduristiyê bêpar tên girtin û her wiha ji mafê xwedîkirina asgarî jî tên emhrûmkirin û ragihand ku, divê roja ku zarok hatin binçavkirin demildest sewqî dozgeriyê bên kirin, lê bereksê vê bi awayekî kêfî wan bi rojan di bin çavan de dihêlin. ‘DOZGER DI BIN EMRÊ POLÎSAN DE YE’ Bek wiha got: “Hemû zarokên hatine binçavkirin ji me re dibêjin ku, ew rastî şidetê tên û tênd erbkirin. “ Bek daxwaz kir ku, divê raya giştî li dijî binpêkirina zarokan bi hestiyarî tevbigere û got, têkildarî vê mijarê ew ê serî li Baroya Edeneyê û saziyên eleqedar bidin. Bek wiha axivî: “Me komek heval serî l dozgeriya zarokan da. Me ev liw ir dît. Ji dêvla ku polîs di bin emrê dozger de be, me dît ku dozger di bin emrê polîsan de ye. Emd ixwazin dawî li van sepdandinên derhuqûqî yên lid ijî zarokan bên.”