Rêvebera TAJÊ: Barzanî bi van êrîşan nagêje armanca xwe 2017-03-05 09:22:29 ŞENGAL - Endama Rêveberiya TAJÊ Dayê Bihar têkildarî êrîşa li dijî Şengalê diyar kir ku Erdogan û Barzanî bi van êrîşan tu caran nikarin vîna gelê Êzidxanê teslîm bigirin û wiha got: "Ji ber ku PKK’ê gelê Êzidî birêxistin kir, zane kir û kir xwedî vînek berxwedêr û tekoşer.” Endama Rêveberiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) Dayê Bihar der barê êrîşa komên di bin baneyê PDK'ê de di 3’ê Adarê de li ser Xanesora Şengalê pêk anî, ji ROJ newsê axivî. Dayê Bihar da zanîn ku Barzanî bi tifaqa li gel Erdogan kirî dîsa gelê Êzidî mîna Tebaxa 2014’an firot û gelê Êzidî terkî fermanek nû kir. Dayê Bihar anî ziman ku Barzanî bi vê xiyaneta xwe tu caran nagihije mirada xwe jiber ku hêzek wek YBŞ, YJŞ û PKK’ê li pişta wane. Endama Rêveberiya TAJÊ Dayê Bihar, fermana 74’an ya 2014’an li ser gelê Êzidî bibîrxist û wiha axivî; “Gelê me yê Êzidî rabin ser piyan, fermana 74’an ne bes bû îro PDK bi pêkanîna fermanek dîsa dixwaze fermanek nû li ser Êzidiyan bide destpê kirin. Lewra heta gelê me yê Êzidî dev ji pereyan û malê dinyayê bernede û xwedî li ax û şerefa xwe dernekeve, wê her tim li ser me ferman werin pêkanîn. Ji bo wê jî ez bang li tevayî Êzidiyan dikim bila werin xwedî li şeref û namûsa xwe derbikevin.” 'BARZANÎ BI ÊRÎŞÊ DÎSA XIYANETA XWE AŞKERE KIR Dayê Bihar, bibîrxist ku êrîş bi tifaqa Barzanî û Erdogan pêk hatiye û wiha nirxand; “Mesûd Barzanî çûye li Tirkiyê bi Erdogan re li ser qirkirina gelê Êzidî tifaq kiriye, bi hev re hatine êrîşî Şengalê kirine, cilên pêşmergeyan li çeteyan kirine û dibêjin ev pêşmergeyên Roj’in. Lê rastiyek ya van kesan heye ku ji aliyê gelê Êzidî û gelê Kurd ve tê zanîn ew jî ewe ku ev kesane çeteyên Erdogan û Barzanî ne. Armanca vê Êrîşa rûreş, vê êrîşa xayîn û bêbext ewe ku Êzîdxanê tune bikin. Ji bo wê jî divê destpêkê gelê me yê Êzîdî û tevayî gelê Kurd û mirovahî li hember vê pîlana qirêj û xwefiroş ya Barzanî û Erdogan şiyar bin û rabin li hemberî vê têbikoşin.” ‘DI 2014’AN DE NE GERÎLA BÛYA YEK ÊZÎDÎ SAX NEDIMAN' Dayê Bihar, di dirêjahiya axaftina xwe de berxwedana endamên HPG û YJA-Starê ya 2014’an ku gelê Êzîdî ji fermanê rizgar kir û derbazî Rojavayê Kurdistanê kirin bibîrxist û wiha got; “Barzanî û Erdogan bi heceta ku gerilayên PKK’ê li Şengalê ne û dibêjin bila ji Şengalê derbikevin. Tu rastiya vê tuneye, armanc qirkirina Êzîdiyane. Bes li gorî wan PKK sucdare. Jiber ku gerîlayên PKK’ê bi riya sedan km ji dûr hatin û ji bo ku gelê Êzîdî nekeve destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê canê xwe kirin feda, bi sedan şehîd dan heta korîdor di navbera Rojava û Şengalê de ji gelê me re vekir. Bi riya vê korîdorê bi 100 hezaran gelê me yê Êzîdî ji qirkirinê rizgar bû. Eger PKK li hewara gelê Êzîdî nehatiba yek Êzîdî tenê jî ji fermana 74’an rizgar nedibû. Hat em rizgar kirîn. Piştre PKK’ê gelê Êzîdî zane kir, birêxistin kir, perwerde kir û gelê Êzîdxanê li hemberî van leyîstokên dijminên gelê Êzîdî kir xwedî hêzek ya parastinê YBŞ û YJŞ’ê. PKK’ê hemû leyîstokên wan yên qirêj vale derxist û gelê Êzîdî kir xwedî vînek ya tekoşîna azadiya Êzidxanê. Ji bo van hemû kiryarên mirovî, wîjdanî, netewî parastina gelê Êzîdî ya ji aliyê rûmeta gelê Kurd û gelê Êzîdî PKK’ê ve ji xwe re mayîna gerîlayan li Şengalê dikin hecet bes ew tu caran wê nekarin gelê Êzîdî tune bikin.” ‘ÇIMA BARZANÎ GUNDÊ DI DESTÊ DAIŞ’Ê DE RIZGAR NAKE?' Dayê Bihar, di axaftina xwe bang li Barzanî kir û wiha got; “Gelek gundên Şengalê li dibin dagirkeriya çeteyên Erdogan yên DAIŞ’ê de ne. Eger Mesûd Barzanî ew qas behsa derketina PKK’ê ji Şengalê dike, çima naçe herêmên Şengalê yên ji bin destê DAIŞ’ê rizgar bike. Çima naçe bi hezaran jin û keçên Êzîdî ku şeref û namûsa gelê Êzîdxanê û gelê Kurdin ji çeteyan rizgar bike. Ma eger namûs hebe, şeref hebe tu wê Êrîşî cihên hatî azadkirin yên Êzîdxanê bikî, tu wê keç û xortên Êzîdî bi emrê Erdogan bikujî an tu wê biçî wan gundên Êzîdiyan û wan jin û keçên Êzîdî ji destê DAIŞ’ê rizgar bikî? Li şûna ku ji ber 12 hezar pêşmergeyên te gelê Êzîdî bê parastin hişt û bû sedem ku fermana 74’an li ser Êzîdiyan were pêkanîn werî ji me dayîkên Êzîdî efûya xwe bixwazî, tu bi firotina namûs û şerefa gelê Êzîdxanê ve mijûlî. Lewma Barzanî, divê tu baş bizanî dayîkên Êzîdî te tu caran efû nakin û dîrok wê vê xiyaneta te jî li ser lîsteya te ya bi sedan kiryarên xiyaneta te ya li hember gelê Kurd û gelê Êzîdxanê binivîse.” ‘TALIYA ERDOGAN Û BARZANÎ DÊ WEKî YA SEDAM BE' Dayê Bihar, êzîdîyên diçin cilên pêşmergeyan lixwe dikin jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Êzîdîyên dibêjin em spasiya Barzanî dikîn ku em xilas kirine, me ew Êzîdiyên xwefiroş nevên û em wan naxwazîn. Jiber ku ew xiyanetkarên gelê xwene, di nava xwîna wan de xiyanet û heramî heye. Jiber ku beriya fermanê agahiya wan hebû ku wê fermana 74’an wê were serê gelê Êzîdî. Ew bêşerefin, şeref û namûsa gelê Êzîdî firotine. Tu eleqeya wan bi ol, bawerî, dîrok, rastî û hebûna gelê Êzîdî re tuneye. Bila xwe Êzîdî ne hesibînin. Êzîdîtî namûse, şerefe û Kurdîtiya resene. Wê dîrok û gelê Êzîdî hesabê ji wan jî bixwaze û hêvî dikim ku tayê ketî qirika Sedam bikeve qiraka wan Êzîdiyên xwefiroş, bikeve qirika Erdogan û bikeve qirika Mesûd Barzanî yê Êzîdî firotî û hîn jî difiroşe.” ‘KURÊ KATO 28 HEZAR ÊZÎDÎ KUŞTIN' Dayê Bihar, têkildarî Kurê Kato ku bi hezaran Êzîdî kuşt wiha got; “Ewê Barzanî rêxistin kirî. Kurê Kato! Tu baş bizane. Tu bi nanê Êzîdiyan mezin bûyî. Te nanê xwe heram kir. Te şîrê xwe heram kir. Te beriya fermanê 28 hezar Êzîdî kuştin. 60 dayîkên ducanî ku jiber ku kur di zikê wan de bû te kuştin. Di dema fermanê de jî tu bi DAÎŞ’ê re bûy. Îro jî tu bi DAÎŞ’ê re yî. Îro jî Barzanî te ji bo xwe birêxistin dike û te dişine ser çiyayê Şengalê. Tu bi Barzaniyê xwe ve nikarî me tune bikî.” ‘KURD Û ÊZÎDÎ XWEDÎ LI ŞEREFA ÊZÎDIYAN DERKEVIN' Endama Rêveberiya TAJÊ'yê Bihar, herî dawî êrîşa li dijî Xanesor û gelê Êzîdî bi tundî şermezar kir û wiha bang kir: “Ez bang li pêşmerge û Êzîdiyên li gel Mesûd Barzanî dikim werin dev ji wan xiyanetkaran berdin. Îro li ser me fermane. Fermana Êzîdiyan tunebûna Êzîdîtiyê ye. Werin bila dolarên Erdogan tenê Barzanî re be. Tu feydeyê malê dinyayê û dolaran ji bo gelê Êzîdî tuneye. Welat û xak namûse, şerefe. Eger namûs û şeref ji dest çû emê çi ji pere û malê dinyayê bikîn. Ez êrîşa çeteyên Barzanî û Erdogan ya li ser Xanesor û Sininê bi tundî şermezar dikim. Bang li hemû civaka Êzîdî û tevayî gelê Kurd yê li her çar parçeyên Kurdistanê dervey welat dikim, bila rabin ser piyan, xwedî li gelê xwe yê Êzîdî derbikevin û Mesûd Barzanî û çeteyên wî yên kurên Erdogan şermezar bikin, li hemberî wan têbikoşin. Serkeftin her tim ya riya şeref û namûsê ye.”