Dadgehê pêşeroja îstîsmarkar fikirî û cezayê wî kêm kir 2017-03-05 12:07:59 AMED - Di doza Munur Yilar ê ku li Erxeniyê li dijî 3 zarokan îstîsmara zayendî pêk anî de dadgeha ku 8 sal ceza da got ku “dê bandorê li ser pêşeroja bersûc bike” ceza kêm kir û salek û 2 meh ceza da. Biryar hat dayîn ku heqdestê parêzerên bersûc jî ji aliyê dewletê ve bê dayîn û dadgeha jin a heyetê şert danî ser biryarê. Di doza ku derbarê Munur Yilar 852) ê ku li dijî 3 zarokên keç îstîsmara zayendî pêk anî de biryar derket. Piştî zarokan bûyer ji malbatên xwe re gotin, Munur Yilar hat girtin û derbarê wî de bi sûcdariyên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” û “weşanên müstehcen bi zarokan daye temaşekirin” û bi daxwaza 10.5 û 30 sal ceza doz hat vekirin. Di darizandina li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê hat vekirin de Yilar sûcdarî redkirin û di dema darizandinê de jî hat berdan. Du zarokên mexdûr bûne hêj doz berdewam dikir giliyên xwe paşde kişandin. Bersûc tevlî doza ku beriya çend rojan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin nebû. doza ku Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî jî daxil bûyî de gilîker û parêzerên bersûc tevlî bûn. Parêzerên bersûc parastinên berê kirine dubare kirin û daxwaza beraeta mûwekîlê xwe kirin. Dozger ku derbarê bingeha dozê de nêrîna xwe aşkera kir xwest ku bersûc bê cezakirin. Parêzerê Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî Remzî Atalay di dozê de mafê axaftinê girt û xwest ku bersûc bê girtin û cezakirin. DÊ PEREYÊ PARÊZERÊN BERSÛC DEWLET BIDE Heyeta dadgehê ku biryara xweaşkera kir diyar kir ku hatiye tesbîtkirin ku zaroka bi navê A.A. a hatiye dikana Yilar rastî îstîsmara zayendî hatiye, armanca bersûc li ber çavan hatiye girtin ji ber vê 8 sal ceza hêre hatiye dayîn. Dadgehê ji ber kêmkirina “dê bandorê li ser pêşeroja bersûc bike” cezayê Yilar daxist 6 sal û 8 mehan. Dadgehê bi hinceta “îstîsmara zayendî ya ji rêzê” ji sûcên li dijî S.K. û M.E. biryara beraetê da. Hinceta vê jî wekî delîlên baş û bi bawerî ne hatine bidestxistin. Dadgehê ji ber sûcê li dijî her 3 zarokan a “mustehcenî” jî biryara beraetê da. Dadgehê biryara da ku ji ber beraetên bersûc dê ji xezîneya dewletê 3 hezar û 960 lîra ji parêzerên bersûc re bê dayîn. JI DOZGERA JIN ŞERT Dozgera jin a dadgehê Berna Saçan Turker ji ber şertê muxalefetê biryara beraeta bersûc bi dengdana zêde da. Dozger Berna Turker di şertê muxalefetê de wiha got: “Sînorê ser û bin ê di qanûnê de hatiye terîfkirin, şêweyê vegotina bûyerê ya di dosyayê de û dem abi delîlên din re tê nirxandin, li gorî madeya TCK103-1-a ji bo hinceta wê bi daneyan bê vegotin, ji ber çalakiyên bersûc ên li dijî M.E. û S.K. biryara beraetê ya bi dengdana hêjmarek zêde ez tevlî nêrîna hêjmara zêde dibim.”