Ji wekîlê Bedlîsê îdîayek bibandor: Walî ji bo gundî bêjin ‘Erê’ gef li wan dixwe 2017-03-05 14:12:08 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Celadet Gaydali ku di kongreya partiya xwe ya Haymanê de axivî, diyar kir ku li Kurdistanê Walî gefa “ger hûn di referandumê de dengê ‘Erê’ bi karneyînin eme gundên we vale bikin” li gundiyan dixwe. Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Celadet Gaydali ku tevlî 2’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’a Haymanê bû derbarê mijarên rojevê de axivî. Gaydali, diyar kir ku “qanûna bingehîn a nû” ya AK Partiyê ji qanûna bingehîn a 12’yê Îlonê ne cudatire û wiha got: “Serokwezîr mirovekî endezyare lê di qadên mîtîngan de wekî kesek ji rêzê diaxive. Rastiyan ji gel re nabêje. Li Kurdistanê Walî gefa ‘ger hûn di referandumê de dengê ‘Erê’ bi karneyînin em ê gundên we vale bikin’ li gundiyan dixwe.” Rêveberê HDP’ê yê Enqereyê Eşref Kîraz jî da zanîn ew ê çima ji 18 madeyên paketa qanûna bingehîn re bêjin Na ji gel re vebêjin. Piştî axaftinan di hilbijartina hat kirin ku Alî Yikilmaz wekî Serokê HDP’a Haymanê hat hilbijartin.