DYA'yê zext û tundiya KDP kir rapor 2017-03-06 12:42:40 AMED - Wezareta Karên Derve ya DYA der barê pêkanînên mafên mirovan ên li Iraqê û KDP'ê rapor amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku KDP di pêşengiya Serokatiya Mesut Barzani de zextan li ser muxalifan dike, rojnamegeran dikujin û efserên DKP'ê tacîz û tecawizê dikin û yên sûc dikin jî bê ceza tên hiştin. Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîqa (DYA), der barê Iraqe û Herêma Federal a Kurdistane de rapora 2016'an a mafên mirovan amade kir. Di rapora mafên mirovan a DYA'yê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê, di pêşengiya Serokê Partiya Demokratik a Kurdistanê (PDK) Mesut Barzanî de li ser kesên muxalif, êzîdî û çapemeniyê zextên dijwar dimeşîne. Di rapore de hat diyarkirin ku cihê KDP serdest e kesên kêmar dibin hedef û mafên kêmaran tê binpêkirin. DYA dane û belgeyên Neteweyên Yekbîyî (NY) jî esas girt û rapor amade kir. KDP'ê NÛÇEGÎHANÊ ROJ NEWSÊ KUŞT DYA, di raporê cih da cînayetên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî KDP’ê ve pêk hatine û wiha got: "Berpirsiyarên van cînayetan hêzên Barzanî ne. Li Duhokê di 13'ê Tebaxê de nuçegîhanê ROJ Newsê Wedat Huseyin Alî ewil hat revandin û piştre hat kuştin. Alî ji aliyê serwîsa ewlehiya hundir ya KDP'ê ve bû hedef. Bi hinceta têkiliya wî bi PKK'ê re heye hat kuştin. KDP’ê çend rojnameger jî girtine û avêtine hepsê. GIRTÎ DI LÊPIRSÎNÊ DE RASTÎ ÎŞKENCEYÊ TÊN DYA, di raporê de cih da çavdêrî û daneyên NY'ê yên li Hewlerê û wiha got: "Midûriyeta Dij Terorê pir qelebalix e. Li hin girtîgehên Herêma Federal a Kurdistanê zarok û mezin bi hevre dimînin. Li tesîsên binçavkirinê yên KDP’ê û Hikûmeta Navendî kesên hatin binçavkirin rastî tundî û îşkenceyê hatine. Li gorî Komisyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Kurdistana Iraqê li girtîgehan îşkence tê kirin û herî kêm 70 girtî di lêpirsînê de rastî îşkenceyê hatine. BERTÎL ZÊDE YE Di berdewama raropê de hat diyar kirin ku li saziyên girêdayî KDP'ê ruşwet û bertîl gelek zêde ye û kesên tên binçavkirin bertîl ji wan û malbatên wan tê stendin. Li girtîgehên ku ji aliyê asayişa KDP'ê ve tên venêrtin, girtiyan heta 6 mehan dernaxin dadgehê. Minaka vê yekê jî 13 mamosteyên ku di 1'ê Kanûnê de qutkirina heq û meaş şermezar kirin hatin binçavkirin. EFSER TACÎZ Û TECAWIZ DIKIN Di raporê de hat diyar kirin ku efser û personelên ewlehiyê yên girêdayî KDP'ê sûcê taciz û tecawizê dikin û li gel vê yekê nayên darizandin û nayên cezakirin. ALÎKARIYA JI BO ÊZIDÎYAN TÊ ASTENG KIRIN Di dawiya raporê de hat destnîşan kirin ku rêveberiya KDP’ê tundiyê li ser yên din û Êzîdiyan dike û alîkariya zexîre, derman û lojîstîk a ji herêma Şengal û Rabia yên Êzîdî lê dijîn re tê şandin, ji aliyê KDP'ê ve tên astengkirin.