ÎHD: Pêkaninên li girtîgehan me dixe nava fikaran 2017-03-06 15:10:43 EDENE - Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên herêma Çukurovayê pêş dikevin, bi raporekê parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku piştî îlana OHAL'ê mafê mirovan ji holê rabûye û îşkenceya li hemberî girtîyan derketiye asta herî jor. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê der barê rewşa zextên li ser girtîgehên herêma Çukurovaye rapor amade kir û parve kir. ÎHD'ê rapor li avahiya xwe bi çapemeniyê re parvekir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku bi hevkariya navenda giştî re bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê, Girtîgeha Hatayê ya Zarokan, Girtîgeha Tîma M a Îskenderûnê, Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê, Girtîgehên Girtî yên Tîpa E û T a yên Edeneyê, Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê re hevdîtin kirin û rapor amade kirin. YEK BI YEK HEVDÎTIN HAT KIRIN Ongor, diyar kir ku hem beri OHAL'ê û hem jî piştî OHAL'e li girtîgehan mafên mirovan û mafên navneteweyî yên ku Tirkiye jî îmzekiribûn ji halê rabûne û wiha got: "Ev pêkanînên li girtîgehan li dijî qanûnên heyî û peymanên Mafên Mirovan ên Navneteweyî ne. ‘EV PÊKANÎN ME DIXIN NAVA FIKARAN Ongor, ani ziman ku polîtîkayên Tirkiye xwe li girtîgehan pir aşkere xuya dike û wiha got: “Girtî di bin çavan de û li girîgehan rastî tundî, îşkence û zextan tên. Li girtîgehan îşkence û tundî gihiştiye asta herî jor. Ev zext binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan fikarên me zêdetir dikin. Hem girtiyên siyasî û hem jî girtiyên siyasî rastî binpêkirinên mezin tên." Ongur, ani ziman ku tespîtên ku heyeta wan bi dest xistine li dijî peymanên mafên mirovan ên navnetewî ne. Divê heyetên serbixwe biçin wir û lêkolîn bikin. Dîsa divê dozgerê komarê lêpirsînê bidin destpêkirin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku hestiyar tev bigere." Ongor, zextên li girtîgehê wiha rêz kir: * Yek ji pirsgirêkên li girtîgehan ku demek dirêj berdewam dike pirsgirêkên girtiyên nexweş e. Girtiyên nexweş li gorî mafên xwe nayên dermankirin û parastin. Bi kelepçeyan wan dibin nexweşxaneyê û tedawî dikin. * Girtî li dijî sinc û hiqûqê yên mafên mirovan li dijî nirxên mirovahiyê tazî tên dermankirin. * Li dijî şertên fîzîkî yên girtîgehê gelek girtî bi hevre di odeyekêde tên girtin. Li gelek girtîgehan ji ber hêjmar gelek zêdeye girtî li erdê radizên. * Nameyên girtiyan dereng didin wan. Girtiyên daxwaznameyan didin rêveberiya girtîgehê bê bersîv dimînin. * Bê dem û bê cih cezayê dîsîplînê li girtiyan dibirin. Cezayê dîsîplinê wekî amûrê zext û tundiyê li ser girtiyan dimeşînin. Cezayê ragihandinê li girtî û malbatan dibirin. * Di demên dawî de girtiyan dişînin girtîgehên gelek dûrî malbatan. Malbat di çûn û hatina girtîgehê de gelek zor û zahmetiyan dijîn. Ji ber zoriya şert û mercên çûn û hatinê malbat demek dirêj nikarin biçin ziyaretê. * Li dijî peyman û mafên mirovan lêgerîn tên kirin, Hemû alav û amûrên li girtîgehan tên belavkirin û bi awayekî keyfî tên desteserkirin. * Yek ji pirsgirêkan pirsgirêka xwarin û paqijiyê ye. * Li dijî peymana mafên mirovan a navneteweyî û qanûnan tundiyê dispêrin OHAL'ê hevdîtinên bi parêzeran di bin çavdêrî û kamerayan de didin kirin. * Mafên civakî û siyasi yên bi peymana mafên mirovan a gerdûnî hatiye parastin, tê binpêkirin. Mafê spor, pirtûkxaneyê ji destê wan hatiye girtin. * Daxwaza girtiyan a pirtûk, kovar û rojnameyan nayê bersivandin û ev maf ji destê wan tê girtin.