Ji bo meşa mezin a 25'ê Mijdarê bangawazî 2016-11-24 09:53:05 AMED - Jinên ku li dijî şîdeta zilam û dewletê amadekariya daketina qadan dikin bang li hemû jinan kirin û xwestin tevlî meşa mezin a 25'ê Mijdarê dê li Amedê bê lidarxistin bibin. Li Tirkiyeyê jin ji bo ku şideta zilam û dewletê şermezar bikin dê roja înê dakevin qadan. Li Amedê jin dê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan li Parka Koşuyolu bên cem hev û heta avahiya DBP'ê ya Amedê bimeşin. Jinên kurd banga tevlîbûna meşê kirin. 'LI DIJÎ ŞÎDETÊ DENG DERXÎNİN' Têkîldarî mijarê Alîkara Hevseromê DBP'ê yê Amedê Leyla Ayaz diyar kir ku şîdeta li hemberî jinan her diçe zêditir dibe ûbal kişand êrîşên li dijî jinên kurd. Ayaz bal kişand li ser girtina saziyên ku ji bo jinan xebatê dikin û diyar kir ku 25'ê Mijdara îsal ji bo wan gelekî girîng e. Ayaz wiha axivî: "Êrîşên dewletê yên li hemberî jinan gelekî zêde bû. Li dijî vê yekê divê hemû jin damekvin qadan û dengê xwe derxînin. Ji ber vê yekê jî fikr, nêrîn û îdeolojiya jinan çi dibe bila be divê li dijî şîdeta li hemberî jinan deng derxînin. Roja înê li Parka Koşuyolu saet di 13.00'an de em dixwazin hemû jin tevlî meşa ku dê bê lidarxistin bibin." 'EM Ê LI DIJÎ ŞÎDETÊ LI KOLANAN BIN' Eylem Ceylan a ku xebatên jinan dimeşîne jî diyar kir ku hikûmet di demên dawî de li dijî hemû beşên civakê êrîşan pêk tîne herî zêde jî ev yek bandorê li ser jinan dike. Ceylan anî ziman ku li dijî êrîşan ên ku li ber xwe bidin dîsa jinin. Ceylan destnîşan kir ku divê li dijî şîdetê hemû jin dakevin kolanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi munasebeta 25'ê Mijdarê divê hemû jin li qadan bin. Em dixwazin hemû jin tevlî meşa ku dê li Amedê bê lidarxistin bibin. Ji bo ku hemû jin di 25'ê Mijarê de li qadan bin em bangawaziyê dikin."