Beriya qeyûm tayînî şaredariya Gêlê bikin bi ser şaredariyê de girtin 2017-03-07 10:12:44 AMED - Polîsan bi ser Şaredariya Gêlê ya ku aliyê Waliyê Amedê ve hemû rayeyên wê hatine desteserkirin de girtin. Polîsan bi ser Şaredariya navçeya Gêlê ya Amedê ya DBP’ê de girtin. Li avahiya şaredariya ku hatiye dorpêçkirin lêgerîn pêktê û hat zanîn ku destûr nayê dayîn xebatkarên şaredariyê bikevin hundir. Walîtiya Amedê di 30’ê Mijdara 2016’an de rayeyên 13 şaredariyên DBP’ê jê girtibûn û heta niha qeyûm tayîn 8 şaredariyan hatiye kirin.