Parêzerên rojnamegerên Cumriyetê serî li DMME'ê dan 2017-03-07 10:17:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê ji bo mafê rojnamegerên Cumhuriyetê biparêzin û rojnameger bên berdan serî li DMME'ê dan. Parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê ji bo 9 nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê yên di 5'ê mijdara 2016’an de hatin girtin û Serokê Lijneya Îcrayê yê Rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay ê di 12'ê mijdara 2016’an de hatin girtin bên berdan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Parêzeran di serlêdanê de diyar kirin ku serlêdanên wan bên îtirazê bê bersîv maye. Parêzeran anîn ziman ku wan di 26'ê Kanûna 2016'an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehin daye encam negirtine. Parêzeran di serlêdana DMME'ê de diyar kirin ku 10 xalên mafên rojnamegeran ên “azadî û ewlehiyê" ya xala 5'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye îhlalkirin û xwest Rojnameger bi lezgîn bên berdan. Dîsa di daxwaznameyê de xwest ji bo her rojnamegerekî 20 hezar Euro tazminata manevî bê dayîn. Parêzeran anîn ziman ku girin û lêpirsîna rojnamegeran ne hiquqî ye û wiha cih dan daxwaznameyê: "Ev lêpirsînek siyasî ye. Îktîdara ji weşana Cumhuriyetê bêzar dibe dixwaze Rojnameya Cumhuriyetê bêdeng bike û weşanê rawestîne. Ji ber vê yekê ne tenê nojnameger, parêzerên rojnamegeran Bulent Utku, Mustafa Kemal Gungor û Akin Atalay jî girtine. Dozgerê lêpirsînê dimeşîne ji doza FETO tê darizandin. Mafê darizandina adîl hatiye binpêkirin."