'Abdî ji ber îşkenceyê nekarîbû li ser piyan raweste' 2017-03-07 10:30:46 MÊRDÎN - Abdî Aykût, rastî îşkenceyê hat û piştre bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin. Cîran û şahidê Abdî Sabrî Bayhan, anî ziman ku Abdî ji cem wî birin malê û saetek şûnde anîn û wiha got: "Dema anîn 2 leşker ketibûn milê Abdî. Abdî di nava xwînê de bû. Ji ber îşkenceya lê hat kirin nedikarî li ser lingan raweste." Cîranê Abdî Aykût, Sabrî Bayhan ku şahidiya binçavkirina Aykût kiriye û apê Abdî Aykût, Nezîr Aykût ku Abdî Aykût dema hatiye binçavkirin li mala wî bûye tiştek ku bi çavên xwe dîtine hatiye serê Abdî Aykût vegotin. Bayhan diyar kir ku beriya cîranê wî Aykût were binçavkirin leşker hatin ew bi xwe re birine mala Aykût û wiha axivî: "Leşkeran ez birim û gotin min bi kurmancî bangî Abdî bike. Piştî ku min bangî Abdî kir, leşkeran kevir avêtin deriyê mala wî bi vî awayî me zanî ku Abdî ne li malê ye. Piştre leşkeran ji min pirsî ka Abdî li ku derê ye. Min got tenê mala apê wî li vir e. Li ser vê yekê leşkeran ez dam pêşiya xwe û em ber bi mala apê wî ve çûn. Dema em nêz bûn gotin tu neyê em malê dizanin. Leşker çûn mala apê wî Nezir û Abdî bi xwe re anîn." ABDÎ JI BER ÎŞKENCEYÊ NEDIKARÎ LI SER LINGAN RAWESTE Bayhan da zanîn ku dema leşkeran Aykût anîne cem wî îşkence lê nekirine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema li cem min bû tiştek pê nekirin. Piştre ew bi tenê birin mala wî. Ez bi qasî saetekê li nêzî mala apê wî mam. Piştî saetekê Abdî anîn û ew di nava xwînê de bû. 2 leşker ketibûn bin milê wî û ew bi erdê ve kaş dikirin. Abdî ji ber îşkenceyê nedikarî bimeşe. Hemû laşê wî di nava xwînê de mabû. Ew anîn û avêtin nava wesayîta zirxî." DEMA ABDÎ DIHAT GUND LI MALA MIN DIMA Bayhan anî ziman ku leşkeran di nava gund de şopên tiliyên wan girtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Piştî Abdî avêtin wesayîta zirxî ez û biraziyê min jî xistin hundirê wê. Em birin derveyî gund aliyê gundê Gurikê. Derengiya şevê em derxistin û şopên tiliyên me girtin. Bi qasî 2 saetan em di nava berfê de hiştin. Dema em anîn Qereqola Cendermeyan a Nisêbînê jî leşkerekî li wir çonga xwe li rûyê Abdî xist. Di qereqolê de ez û ew xistin odeyên cuda. 13 rojên di bin çavan de min Abdî nedît heya ku me li adliyeyê îfade daye." Apê Abdî Aykût, Nezîr Aykût jî, got ku leşkeran biraziyê wî ji mala wî derxistine û ev tişt gotin: "Mala wî li Qoserê ye. Dem dem tê gund û dema tê gund li mala min dimîne. Vê carê jî li mala min bû û hatin ew ji vir birin. Abdî dema dihat vir min nedihişt li mala xwe bimîne. Ez nexweş im ji ber vê yekê û ji bo ku ew tenê nemîne min digot li cem min be." CEM MIN LI ABDÎ NEXISTIN LÊ... Nezîr Aykût şeva ku leşkeran bi ser gund de girtî û rojên qedexeyê jî wiha vegot: "Berberê danê êvarî dengê helîkopteran hat. Li her aliyê gund helîkopteran danî erdê. Roja qedexeyê ya 2'emîn derodra saet 17.00 - 17.30'an leşker hatin mala min. Dema li derî xistin ez û Abdî çûn me derî vekir. Gotin Abdî tu bi me re were û ew birin. Piştre bangî min jî kirin. Min got ez nexweş im li ser vê yekê dev ji min berdan. Dema li cem min bû îşkence bi Abdî nekirin. Abdî beriya niha nexweş bû. Sala wê nayê bîra min lê demekê li Amedê emeliyat bûbû. Piştî ku Abdî ji cem min birin êdî min ew nedît." XWEZIYA EZ JÎ HATIBAM BINÇAVKIRIN Nezîr Aykût da zanîn ku piştî biraziyê wî birine hema bêje rojê 3 caran leşkeran bi ser mala wî de girtiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Deriyê hemû malên gund şikandin. Rojê 3 caran dihatin mala min. Dema dihatin min derî vedikir ji ber wê deriyê min neşikandin. Bi solên rîx ve diketin hundirê malê. Xweziya roja ewil bi ew kesên ku xistin bin çavan re ez jî biribûma. Bêgirek min heye her roj bi tirs ez diçûm min ka didayê. 20 rojan ceryana min tunebû lê min ronahî jî venedikir. Dema min nimêja şev dikir ez radiketim." DIGOTIN EM Ê TE BI ÎŞKENCEYÊ HÊDÎ HÊDÎ BIKUJIN Nezîr Aykût her dawî got ku leşkeran gefên kuştinê li wî jî xwarine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema carekî leşkeran dîsa li mala min lêgerîn pêk dianîn fermandarê wan qirika min girt û got, 'nemirine ez ê te bi îşkenceyê bikujim' Min got min bikuje wî jî got, 'na, na ez ê te bi îşkenceyê hêdî hêdî bikujim' Digotin, 'me li mala Abdî 2 kes kuştine lê Abdî dibje ez wan nasnakim, tu ji me re bibêje ew kî ne' Dema min got ez nizanim, gotin, 'tu li cem Abdî bûyî çawa tu nizanî' Dema dihatin mala min 3-4 leşkeran ez digirtim, wan wisa difikirî ku ez ê birevim. Demekê fermandar got, 'ka çente?' min got çenteyê çi, tu çi dibêjî. Hema digot çente û çente. Nedîm Orûç/Dîcle Muftuoglu - dîhaber