Li Sêweregê 22 kes hatin binçavkirin 2017-03-07 10:38:46 RIHA - li navçeya Sêweregê serê sibehê di serdegirtinên malan de 22 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Sêweregê ya Riheyê serê sibehê 22 kes ji ber parvekirinên xwe yên çapemeniya civakî û bernameyên ku beşdar bûne hatin binçavkirin. Hat hinbûn ku di nava kesên ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatine binçavkirin de parêzer Denktaf Ozbadem û rêveberên KURDÎ-DER'ê ya bi Biryarmeya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin jî hene. Kesên ku hatin binçavkirin birin emniyeta navçeyê.