Serfermandar li Antalyayê civiyan 2017-03-07 10:44:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandarên Giştî yên Artêşê yên Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê li Antalyayê hatin cem hev û geşedanên li Sûriye û Iraqê nirxandin. Serfermandarên Giştî yên Artêşê yên Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê li Antalyayê civînekî surprîz li darxistin. Balkêş e ku serfermandarên giştî yên hersê welatan di pêvajoya ku operasyonên Minbic û Reqayê tê nîqaşkirin pêk hat. Serfermandariya Giştî ya Artêşê yên Tirkiye û Rûsyayê bi awayekî hemwext civîn bi raya giştî re aşkera kirin.