Di vê îdîanameyê de hemû tişt sûc e! 2017-03-07 12:26:02 STENBOL - Li Stenbolê dê 15 HDP’iyên 8 ji wan girtî dê di 9’ê Adarê de cara yekemîn derkevin pêşberî dadger. Di îdîanameyên HDP’iyan de her tişt heye. Rexne li Erdogan kirin, destûrnameya HDK’ê ligel xwe gerandin, girtina televizyon û rojnameya şermezarkirin, mafê xwe yê bêdengbûnê bikaranîn, azadî ji Ocalan re xwestin û gotina “Kurdistan” wekî sûc hatin nîşandan. Li Stenbolê di 12’yê Kanûnê de 15 HDP’iyên ku 8 ji wan girtîne dê di 9’ê Adarê de cara yekemîn derkevin pêşberî dadger. Îdîanamaya ku ji aliyê Buroya Lêkolîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat amadekirin û ji aliyê 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin hemû tişt hene. Di îdîanameya ku Hevserokê HDP’ê yê Uskudarê Bîlal Algunerhan, Hevseroka Avcilarê Bîrgul Kizildag û Hevseroka Esenyurtê Arzu Maço jî girtî ne de HDP’î bi sûcdariyên “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kiriye” tên sûcdarkirin. BERIYA 15’Ê TÎRMEHÊ Û PIŞTÎ WÊ Di îdîanameya ku hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê jî têde cihdigire de hat îdîakirin ku leşkerên paye bilin ên ji Tirkiyeyê reviyane li kampên PKK/KCK bicih bûne. Dozger di îdîanameya ku teqînên Tirkiyeyê têde rêzkirin, balkêşe ku teqîna li Maxzaya Çetînkaya a 25’ê Kanûna 1991’an û yên heta niha li bin hev rêzkirin. ‘MERTALÊ FIRATÊ’ DI ÎDÎANAMEYÊ DE YE Dozger ku “Tevgera Mertalên Firatê” nirxand, şermezarkirina girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wekî sûc nişanda. Di îdîanameyê de operasyonên li dijî HDP’ê wekî “Bingeha Qada Siyasî ya PKK/KCK’ê” hat binavkirin. ŞAREDARÎ Û SIYASETMEDAR JÎ DI GOTINÊ DE NE Di îdîanameyê de ji bo şaredariyên DBP’ê îfadeya “di gotinê de” hat bikaranîn û ji bo siyasetmedarên HDP’ê jî “kesên di gotinê de siyasetê dikin” hat bikaranîn. Her wiha bêdengiya HDP’iyên di dema lêpirsîna li midûryetê jî wekî “helwesta rêxistinê” hat pênasekirin. ROJANE Û KOVAR WEKÎ SÛC HATIN NÎŞANDAN Pirtûk, rojname û kovarên li malên HDP’iyan hatin dîtin wekî sûc hatin nîşandan. Di lêgerîna li mala Hevserokê HDP’ê yê Uskudarê Bîlal Algunerhan rojnameya Azadiya Welat, Ozgur Gundem û kovara Hêviya Jinê yên hatine desteserkirin wekî sûc hat nirxandin. BERÊ BINÇAVKIRIN PIŞTRE ÎXBAR Di îdîanameyê de ji bo Hevseroka HDP’ê ya Esenyurtê Arzu Maço tu delîl nehat nîşandan û hinceta giritna wê jî daxuyaniyên HDP’ê yên xwendine û parvekirinên li ser tora civakê hat nîşandan. Hincetên ku ji bo girtina Maço hatin nîşandan, piştî 5 rojan îxbara ku ji qerema xeta polîsan a 155 a “Li ber rawestgeha Tabela ya Esenyurtê rûnin……..û kesên mekî Arzu MOCo jî alîkariya terorê dikin û tevlî çalakiyan dibin” li ser îdîanameyê hat zêdekirin. REXNE LI ERDOGAN KIRIN: XÎTABA HEDÊ XWE DERBAS DIKE Di daxuyaniya ku Maço dayî de ji bo gotinên ku rexne li Serokomar Erdogan kiriye îfadeya “xîtabên hedê xwe derbas dike” hat gotin. Di heman daxuyaniyê de ji ber Maço xwest Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê berdan wekî “daxwaza xeyal û hedê xwe derbas dike” hat nîşandan. GIRTINA ROJNAME Û TELEVÎZYONAN Dozger, şermezarkirina Maço ya girtina rojanem û televîzyonan jî wiha nirxand: “îdîa dike ku girtina televizyon û rojnameyên di gotinê de weşandê dikin û azadiya çapemeniyê tê binpêkirin rojnameyên ji bo terorê weşanê dikinin.” DESTÛRNAMEYA HDK’Ê SÛCE Di îdîanameya Hevseroka HDP’ê ya Avcilarê Bîrgul Kizildag de jî, di lêgerîna mala wê de “forma îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan” wekî delîlê sûc hat nîşandan. Destûrnameya HDK’ê ya li mala Kizildag hat dîtin jî wekî sûc hat nîşandan. CIHEK WEKÎ ‘KURDISTANÊ’… Dozger ji bo gotina “Kurdistan” a ku rêveberê HDP’ê Raîf Guzel bi kar aniye jî wiha got: “Behsa rojava û başûrrojavayê welatê me dike, cihê ku li ser erdnîgariya cÎhanê cih nagire û nikare cih bigire.” Dozger di encama îdîanameya xwe de îdîakir ku rêveberên HDP’ê “di nava KCK-TM de cih digirin” û ev tişt îdîa kirin: “Teqînên li Setnbol û navçeyên wê pêk hatine organîze kirine, komîteyên taxan avakirin û biryara çalakiyan dane, ji bo li çolteran xebatan bidin meşandin endam komkirine, tevlî civînên rêxistinî bûne û tevlî meşên dijqanûnî bûne, tevlî bûyerên berê yên dijqanûnî pêk hatine bûne, ji bo kesên di rêxistina ciwanan de ne çek peyda kirin û teşwîqî çalakiyan kirine, ji ber vê yekê endamên rêxistinê ne û propagandaya rêxistinê kirine.”