'Girtîgeha Bakirkoyê mehek e Eylem dîl girtiye' 2017-03-07 12:40:05 STENBOL – Eylem Mengutay a li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan girtîye, li gel ku cezayê wê di 8'ê Sibatê de xelas bû jî dîsa nayê berdan. Hevserê Eylem Cevat Mengutay bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku hevsera wî Eylem ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê ve dîl hatiye girtin. Eylem Mengutay, di Newroza 2008'an a Şirnexê de bi hinceta "Kevir avêtiye polîsan" di 2012'an de hat girtin û 5 meh û 12 rojan girtî ma. Piştî hat berdan cezayê wê yê 3 sal û 1 meh û 15 rojan hat erêkirin û dîsa hat girtin. Eylem Mengutay, li gel ku cezayê wê di 8'ê Sibatê de xelas bûye jî dîsa mehek e nayê berdan. Hevserê Eylem Cevat Mengutay bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku hevsera wî Eylem ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê ve dîl hatiye girtin. Cevat Mengutay, anî ziman ku OHAL'ê ji bo xwe dikin firsend û hesvera wî bernadin. Cevdet Mengutay, bang li parazvanên mafên mirovan kir û xwest li hemberî vê rewşê hestiyar tev bigerin û hevsera wî bê berdan.