Doza Ozgur Gundemê: Li pey hev ceza tê dayîn 2017-03-07 13:12:20 STENBOL - Di doza "Gerînendeyên Weşayê yê Giştî yê Nobedar" de 6 rojnameger derketin pêşberî dadgehê. Li rojnamegerên ku li heman dadgehê bi aweyekî cuda tên darizandin de li pey hev ceza li rojnamegeran tê birîn. Di doza "Gerînendeyên Weşayê yê Giştî yê Nobedar" de 6 rojnameger li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derketin pêşberî dadgehê. Rojnameger Nadîre Mater, nivîskar Yildirim Turker, rojnameger Hasan Cemal, lîstîkvan Julîde Kural, nivîskar Îlham Bakir û nivîskar Murat Uyurkulak ên tên darizandin, ewil Nadîre Mater derket pêşberî dadger. Dİ doza ku gelek kesan şopan de Mater xwest doz bikeve. Piştre parêzer Uyup Merîçoglu axivî û bal kişand li ser nanokiyên di dozê de û û dîsa bal kişand li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Qanûna Bingehîn. SALEK û 3 MEH CEZA LI MATER HAT BIRÎN Mater careke din mafê axaftinê grit û wiha got: "Li holê ye rewşekî ku doz bê vekirin nîne. Ev piştevanî ji bo Ozgur Gundem û çapemeniya kurd çi dijî bê dîtin girîng e." Piştî parastinan heyetê navber da û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" salek û 3 meh ceza û bi îdiaya "daxuyaniyên rêxistinê weşandine" jî 6 hezar TL cezaya pere li Mater hat birîn. SALEK Û 10 MEH Û 15 ROJ CEZA LI TURKER BIRÎN Piştre rojnameger doza rojnamger Yildirim Turker hat dîtin. Di doza ku Turker beşdar nebû de parêzeran parastin kirin. Parêzer Emel Atakturk diyar kir ku berpirsyariyekî çapemeniyê ya dewletê bigire pêşiya her tiştî nîne. Piştre heyetê navber da û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" salek 10 meh û 15 roj ceza li Turker birî. Dozên Hasan Cemal, Julîde Kural, Îlham Bakir û Murat Uyurkulak dê piştî nîvro bê dîtin.