Li Menemenê 4 girtî di greva birçîbûnê de ne, li Sêrtê amadekariyên grevê 2017-03-07 13:16:17 ÎZMÎR / SÊRT - Piştî Şakranê li Girtîgeha Menemenê jî 4 girityan dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên li Sêrtê yên ku piştî greva birçîbûnê ya 3 rojan daxwazên wan bi cih nehatin diyar kirin ku ew ê carekdin dest bi greva birçîbûnê bikin. Piştî Girtîgeha Şakranê, 4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Menemena Îzmîrê jî bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî, vegeran maseya muzakereyan û dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên” diyar kirin ew dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. GIRTÎGEHA SÊRTÊ: EM Ê DÎSAN DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN Piştî hat ragihandin ku dê hemû girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî girtigehên din bên kirin, girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Girtiyên ku roja Şemiyê çalakiya xwe bi dawî kirin diyar kirin ku ji ber daxwazên wan ne hatine qebûlkirin ew ê carek din dest bi grevê bikin. Malbatên ku îro çûn hevdîtina vekirî ya girtiyan, dan zanîn ku daxwazên girtiyan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatine pêkanîn, ji ber vê dê girtî carekdin dest bi greva birçîbûnê bikin. Girtiyan anîn ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin, rewşa girtiyên nexweş giran dibe û ew ê zext û îşkenceya tê kirin ne pejirînin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Li aliyê din xizmên girtiyan, bi lêv kirin ku girtiyê bi navê Haci Îsa Sezek ê 80 salî carekdin nexweş ketiye û daxwaza wî ya birina nexweşxaneyê nayê bicih anîn.