Ji hunermendên NÇM'ê strana referandumê: Na na 2017-03-07 15:38:34 AMED - Hunermendên NÇM'ê ya hatiye girtin hatin cem hev strana HDP’ê ya ji bo kampanyaya “Na” vegotin. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya bi KHK’ê hat girtin hatin cem hev, ji bo piştgiriyê bidin kampanyaya HDP’ê ya “Na” strana “Na Na” vegotin. Muzîka strana kurdî ji muzîka hunermendê Îranê Îbrahîm Keyvo hat amadekirin. Ji muzîka ku dê di referandumê de bê bikaranîn re Navenda Giştî ya HDP’ê klîb amade kir. Di klîba hatiye amadekirin de rengê jinan û temaya jinan hat bikaranîn. Di klîbê de wêneyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Sehattîn Demîrtaş, Hevseroka DBP’ê ya Giştî Sebahat Tuncel, parlamenter û hevşaredarê girtîne hatin bikaranîn. Klîb li ser navnîşana HDP’ê ya fermî hat weşandin. Gotinên strana hatiya amadekirin wihane: “Na na Bi hevre em biqîrin na na Bi hevre em bang dikin na na Ji bo azadiya we ye na na Tenê na be bi hevre Tenê nabe tenê nabe tenê nabe De rabe tenê nabe tenê nabe tenê nabe Na na Li dijî zordariyê na na Tenê nabe bi hevre na na Wê pergalek jin nî ne na na Jin jiyan azadiye De rabe tenê nabe tenê nabe tenê nabe De rabe tenê nabe tenê nabe tenê nabe Ji bo azadiya we ye Bi hevre em bang dikin.”