Heyeta çû Licê hat astengkirin 2017-03-07 15:45:07 AMED - Li Licê heyata KCD, TJA, HDP û DBP'ê ya ku xwestin biçin herêma qedexe hatiye îlankirin ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin. Heyeta ku ji KCD, TJA, HDP û DBP'ê pêk tê û xwestin biçin herêma 18 gundên navçeya Licê ya Amedê qedexe hatiye îlankirin ji aliyê leşkeranv e hate astengkirin. Wesayîtên heyeta ku ji parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, rêveberên DBP'ê yên Amedê, endamên Diwana Serokatiyê ya KCD'ê û endamên TJA'yê pêk tê ji aliyê cendirmeyan ve ji noqteyên cuda hatin rawestandin. Cendirmeyan nasnameyên kesên di heyetê de desteser kirin û gotin ku dê bi şerta ku vegerin dê nasnameyên wan bidin Heyeta ku hate astengkirin li vir daxuyaniyeke kurt da. Li ser navê heyetê parêzer Şivan Cemîl axivî û diyar kir ku li 18 gundan qedexe berdewam dike û mafê ragihandinê tê astengkirin. Cemîl got ku divê biryara nehiqûqê bê rakirin. Parlamenter Yîgîtalp jî diyar kir ku îxtidar ji bo polîtîkaya hindur melzame bi dest bixe operasyon daye destpêkirin û ew nikarin bi gundên ku qedexe hatiye îlankirin têkîlî daynin.