Polîsan bi ser şerdariya Qoserê de girtin 2016-11-24 10:37:23 MÊRDÎN - Polîsan bi ser şaredariya Qosera Mêrdînê de girtin û lêgerînê pêk tînin. Di serdegirtinê de 4 kes hatin binçavkirin. Polîsan bi ser şaredariya Qosera Mêrdînê de girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê dozgeriyê ve tê meşandin de polîs hatin avahiya şaredariyê, piştî li derdora şaredariyê ewlehiya berfireh girtin li avahiyê dest bi lêgerînê kirin. Di serdegirtinê de polîsan de Midûrê Karên Nivîsan Mehmet Nuri Alparslan, Midûrê Karên Fenê Halît Karaboga, Midûrê Karên Civakî Salîh Kuday û Midûrê Karên Paqijiyê Abdurrahman Arslan hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku 4 kesên hatin binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê. Polîsan bi ser malên Alîkarên Hevşaredarên Qoserê Adîle Konuş û Şukru Yildirim de jî girtin. Der barê alîkarên havşaredaran ên ne li malê bûn de biryara binçavkirinê heye.