Welat di derdê krîza aborî û hikûmet jî di derdê 'Erê' de ye! 2017-03-08 09:07:21 ERZIROM - Esnafên Erziromê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha gotin: "Hikûmeteke ku welat xist nava krîzeka aborî bila qet doza 'Erê' li me neke. Welat di derdê krîza aborî û hikûmet jî di derdê 'Erê' de ye." Esnafên Erziromê, dest nîşan kirin ku ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na" û gotin, hikûmeta AK Partiyê her diçe bêtir welat ber bi aloziyê ve dibe. Ji esnafên Mahallebaşiyê Şaban Yilbaş, balê kişand ser cudabûna ew rastî wê tên û wiha got: "Di destpêkê de li dijî hemû neheqiyên ji ber kurdbûna xwe em rastî wan hatin dibêjim 'Na'. Bi sala ye ji ber em kurd in me ji derî Erziromê dihesibînin. Yê zemîna vê cudabûnê amade kir ji dewlet û vegotinên hikûmetê yên li dijî kurda ne. Ji ber vê ji bo 'Erê' tu sedemeke min tune ye." Yilbaş, dest nîşan kir ku li welat krîzeke aborî heye, lê ev ji gel tê veşartin û got, em ê heta hetayê ji hikûmeteke ku rastiyan ji gelê xwe vedişêre re bibêjin "Na". LI WELAT KRÎZA ABORÎ HEYE, LÊ ERDOGAN... Ji esnafan İbrahim Bozkurt jî, diyar kir ku li gel vê keftûlefta krîza aborî, axaftina li ser "serokatiy" bêwate ye û wiha axivî: "Ne hewce ye ku em zêde dûra biçin. Li vê taxê bi salan em rastî çewisandinan tên. Çima? Çimkî dewlet bi salan demxeya 'terorê' li me dixe. Û me ji bo hemû kesên li welat dişîn wek 'teror' hedef nîşan dide. Heke em ji rejîma yekzilamî re bibêjin 'Erê' dê ev çewisandin zêde bibin. Serokomar ne ji bo pirsgirêkên welat, tenê xwe difikire. Welat di derdê krîza aborî de ye, lê hikûmet jî di derdê 'Erê' de ye. Divê her kes hay ji vê rewşê hebe û di referandûmê de bibêje 'Na'." ‘JI REJÎMA YEKZILAMÎ RE 'NA'' Esat Kavak jî anî ziman ku ji bo kesên diprisin "Çima tu dibêjî 'Na'?", ew jî pirsa "Çima ez ê bibêjim 'Erê'?" ji wan dipirse û wiha axivî: "Dibêjim 'Na', çimkî ne bawerim ku dê ev welat barê dîktatoriyê hilgire. Bi taybetî jî ji bo gelê kurd zêde rastî çewisandinan neyê, ji bo pêşeroja zarokên me, ji ber li dijî rejîma yekzilamî me, ez ê bibêjim 'Na'."