'Em bimirin jî dev ji Minbicê bernadin' 2017-03-08 09:08:13 MINBIC - Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Azad, îdiayên 'Dê Minbicê radestî rejîmê bikin' derewand wiha got: "Heke em bimirin jî em ê dev ji Minbicê bernedin. Dê Minbic her azad be." Li dijî gundên Tiwêrîn, Bogaz, Ulaşli û Xalidiyeyê yên Minbicê êrîşên komên OSO yên daxilî TSK û "Mertala Firatê" ne didomin. Di rojên ewil ên pevçûnan de, hat diyarkirin ku bi dehan OSO'yî mirine û gelek jê jî birîndar bûne. Her wiha şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî, têkildarî vegotinên rojên dawî yên bajêr radestî rejîmê hatiye kirin axivîn û gotin, tiştên tên gotin ne rast in û ew ê heta dawiyê bajêr û gelên wê biparêzin. 'EV XAK A ME YE' Ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mazlum Minbic, anî ziman ku li rojavayê bajêr êrîş dijwar bûne û got, qada ew lê ne bi top, obus û çekên giran êrîşî wan tê kirin. Minbic, diyar kir ku li gel van êrîşên dijwar jî êrîşkar tiştek bi dest nexitine û got, gelek windahiyên komên OSO'yê hene. Minbic, anî ziman ku êrîş hatine şikandin û wiha axivî: "Zêdeyî 13 cenazeyên wan ketin destên me. Zêdeyî 20 birîndarên wan hene. Her wiha me gelek wesayîtên wan ên zirxî jî îmha kirin. Em wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li dijî êrîşên dewleta tirk dikarin gelê xwe biparêzin. Em ê qadên di dest me de ne neterikînin. Ev xak ya me ye. Ev der ne aîdî Tirkiyeyê ye. Em dikarin her tim bersiva wan bidin." 'EM BIMIRIN JÎ EM Ê DESTÛRÊ NEDIN' Ji şervanên Meclîsa Leşkerî Ehmed Azad jî, îdia kir ku ev sepandinên dewleta tirk sepandinên dagirkeriyê ne û got, ev li ser dijminatiya bi kurdan re tê kirin. Azad, anî ziman ku şervanên li eniyan şer dikin ji Minbicê ne û wiha axivî: "Em xaka xwe diparêzin. Li Minbicê em hem li dijî DAIŞ'ê hem jî li dijî dewleta tirk şer dikin. Em ê destûrê nedin ku her du jî têkevin xaka me. Şerê me yê li vir şerê rûmetê ye. Em bimirin jî em ê dev jê bernedin. Dê Minbic her azad be. Em ê destûra vê nedin." 'ÎDIAYÊN EM Ê DEV JI MINBICÊ BERDIN NE RAST IN' Ji şervanên Meclîsa Leşkerî Cemîl Îsa jî dest nîşan kir ku, çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk bi awayekî hevwext êrîşî wan kirine. Îsa, diyar kir ku her duyan jî êrîşî gel kiriye û wiha domand: "Ev demeke bi awayekî zêde qadên sivîlan tên bombebarankirin. Heta niha tu paşveçûyînek tune ye. Dixwazin me li vir bitengijînin, lê belê em ê bi hza xwe ya xwemal van êrîşan li valahiyê derxînin. Hêza me heye. Çimkî em tevî gelê xwe li dijî van êrîşan têdikoşin. Dibêjin ku qaşo em ê Minbicê berdin. Qethiyen ev ne rast in. Em li vir in û em ê her biparêzin." Nazim Daştan-dîhaber