Penaberên sûriyeyî: Ewlehiya me tune ye 2017-03-08 09:10:36 EDENE - Li Edeneyê penaberên sûriyeyî yên ji ber zêdebûna buhayê kirêyan, li qadên vala di konan de dijîn, diyar kirin ku xwediyên zeviyên ku wan konê xwe lê vedaye gefan li wan dixwin û tu ewlehiya wan tune ye. Penaberên sûriyeyî yên li taxên Yeşîlbaglar û Bahçelîevlerê yên naveêya Yuregîra Edeneyê li qadên vala kon vedane, di şeva 27'ê Sibatê de di navbera wan û niştecihên taxê de arbedeyek çêbû. Di vê rageşiyê de 2 jê sûriyeyî 3 kes birîndar bûn û konên sûriyeyiyan hatin şewitandin. Di bûyerê de piranî jê sûriyeyî, gelek kes hatin binçavkirin. Li ser vê penaberên sûriyeyî diyar kir ku tu ewlehiya wan tune ye. ‘KON ŞEWITANDIN' Penaberê bi navê Osman Elî, diyar kir ku li erseya ku konên wan lê hatin şewitandin, xwediyê heman erseyê çend zilamên xwe şandine û gotine wan erse daye kesekî din û ji ber vê divê ew derkevin. Elî wiha domand: "Ev kesên hatin konan, xwestin bi zorê jineke ciwan a sûriyeyî bibin. Mebesta wan ew bû ku bi vî awayî bûyerê derxînin. Piştî kesên li konan bertek nîşan dan, heman kes êrîşî kesên li konan kirin. Bi vê re şer derket. Ew kes, êrîşî ksên liw ir bûn kirin û agir bi konan xistin. Bi vî awayî bûyer mezin bû. Niha tu ewlehiya me tune ye." Elî, dest nîşan kir ku sedema van bûyeran ew e ku ew ji wir bên derxistin û wiha axivî: "Konên me şewitandin û heqaretî me kirin. Niha jî gefan li me dixwin. Ji me re dibêjin, 'heke hûn ji vir dernekevin, em ê we bikujin.' Ji sûriyeyên dikan vekirine dibêjin 'dikanên xwe bigirin an jê em ê we bikujin.' Bazar jî li sûriyiyan qedexe kirine. Kesên diçin jî rastî heqaret û gefxwarinan tên. Ewlehiya ya jiyanî tune ye. Divê dewlet çi ehwce be bike." ‘DIBE PEVÇÛN BIQEWIMIN' Keyayê Taxa Bahçelîevlerê Ufuk Mangtay, anî ziman ku di demên dawî de li taxa wan rewşeke rageşiyî heye û got, li qadên vala yên taxa wan bi hezaran konên aîdî penaberên sûriyeyî hene. Mangtay, diyar kir ku piştî konên sûriyeyiyan hatin şewitandin, penaber konên xw eradikin û koç dikin û got, gelek caran di navbera penaberên sûriyeyî û welatiyan de rageşî derketiye. Mangtay wiha axivî: "Hîn jî li taxê rageşî heye. Dibe ku ji nişkave di navbera xwecihên taxê û penaberên sûriyeyî de pevçûn biqewimin."