Endama MP a PYD'ê Yusîf: Em ê li daqa navneteweyî dozê li Tirkiyeyê vekin 2016-11-24 10:56:04 KOBANÊ - Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kobanê Dîlber Yusif, têkîldarî biryara girtinê ya ku Tirkiyeyê der barê Hevserokê YPD'ê Salîh Muslîm de daye got ku ew vî biryarê nas nakin, ew ê ji ber komkujiyên ku Tirkiye bi balafirên şer li bakûrê Sûriyeyê pêk tîne di qada navneteweyî de dozê vekin. Endama Meclîsa Partiyê ya PYD'ê ya Kobanê Dîlber Yusif, têkîldarî biryara girtinê ya ku Tirkiyeyê ya der heqê Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim de derxistiye û daxwaza lêgerîna bi bultena sor dike, êrîş û komkujiyên ku Tirkiye bi balafirên şer ve li herêma Şehba û Minbicê pêk tîne, her wiha careke din guherandina cihê tirbeya Suleyman Şah a ji gundê Aşmê bibin cihê berê ku çapemeniya tirk tînin rojevê de, axivî. 'EM BIRYARÊ RED DIKIN' Yusîf der barê êrîşên siyasî û leşkerî ya dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava diyar kir ku ew wekî PYD'ê biryara ku Tirkiyeyê der barê Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm de girtine nas nakin û red kirin. Yusîf wiha berdiwam kir: "Em wek PYD vî biryara Tirkiyê red dikin, tiştek wisa nayê pejirandin. Di hêla hiqûqî de jî tu wateya xwe tuneye û nayê qebûlkirin. Ev îdia ku Tirkiye li ser partiya me, bûyerê dibêje jî aşkere bû ku tu eleqeya xwe bi me re tune ye. Bûyera di 17'ê sibatê de hatî kirin ku hate gotin endamên PYD'ê kiriye, dewleta tirk ji bo hinceta êrîşê li ser deskeftiyên Rojava bike ye. Jixwe piştî bûyerê bi çend rojan rêxistina bi navê Teyrên Bazên Azadî (TAK) girte ser xwe û ew îdiaya dewleta tirk hemû pûç derket. Yê vê çalakiyî kir jî nasnameya wî jî hat aşkerekirin û derket ku ev endamê TAK'ê ye û li hemberê êrîşên hikûmeta AKP'ê ya li ser bakurê Kurdistanê tên kirin bi daxuyaniyekî aşkera kiribûn. Niha ev biryara dewleta tirk derxistî, tu di kîjan hiqûqî ya navneteweyî binêrî nayê qebûl kirin, em nas nakin. Em partiyeke siyasî ne, em ne hêzekî leşkerî ku bi talîmatê an jî bi feraseta îktîdarî bidin kirin, ji xwe em ne di vê ferasetî de ne jî, encax ev feraset bi deh salan kesên desthiladariyê, feraseta dewletan e dikin. Partiya me girêdayê li gor hiqûq û feraseta rêveberiya Rojava ye, hemû kar û xebatên me li ser çareserkirina alozî û pirsgirêkên gelên tevahiya li Suriyê ne. Tu baskekî me yê leşkerî jî tune ye ku dewleta tirk her tim bi vê hincetî êrîşê me dike. Îro jî radibe li ser Hevserokê me Salîh Muslim biryarek wisa derxistiye, di hêla hiqûqî de tiştek wisa em qebûl nakin. 'YI TIRKIYE DIKE DAGIRKERÎ YE' Yusîf destnîşan kir ku ew nêzîkatiya dewleta tirk dixin mijara hiqûqa navneteweyî, divê helwestek li hemberê van êrîşên dewleta tirk bê nîşandan. Yusîf der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêma Bab, Minbic û Şehbayê jî wiha axivî: "Dîsa li ser heman hincetî êrîşê gundên Bab û Minbicê û herêma Şehba û Efrînê dike. Di van êrîşan de komkujiyên tên kirin jî bi tu awayî nayê qebûl kirin. Em vê yekî rast e rast dagirkerî dihesibînin. Em jî dixwazin û doza van êrîşên dewleta tirk a bi balafiran êrîş dike û dagirkeriyê pêk tîne, li saziyên navneteweyî dikin ku di dadgeh û hiqûqê saziyên navneteweyî de, bê lêkolînkirin û bê darizandin. Niha bi balafirên ku li ser gundên Minbicê hate kirin komkujiyek pêk hat, sivîl hatin qetilkirin, baş e dê beranberê vî yekî di saziyên navneteweyî de, di exleqa şer de neyên darizandin. Hinceta hêza YPG/YPJ nîşan didin lê bi daxuyaniyeke fermî ji hêla wan ve hate dayîn û xwe kişandin ji heremê. Ev komkujiyên ku dewleta tirk dikin em dozdar in, em ê jî di qada navneteweyî de dawe vekin. Ji ber ku komkujiyan pêk tîne û dagirkeriyê dike, ev yek nayê qebul kirin. Ji ber ku tu fermiyet û îtîmatekî ya rejîma Baas'ê, an go dewleta Suriyê nemaye, ji ber ku dewleta tirk tecawizê axa Suriyê dike, komkujiyan pêk tîne, nikare dengê xwe bike ji ber vê yekê tu îtîmata wî nemaye, ji bo vî jî em ê derbarê vê de her tim ji bo saziyên navneteweyî bên ser peywira xwe bangewazî bikin. Em dê li hember vê dagirkeriyê derkevin." 'DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN' Yusif bang li sazî û hêzên navneteweyî jî kir xwest li hemberî Tirkiyeyê helwestekî nîşan bidin û wiha berdewam kir: "Em ji vir bang li hemû saziyên navneteweyî, hêzên koalisyona navneteweyî ku Amerîka serkeşiyê dike, hemû hêzên ku bi dil û bi zorê tevlî nava aloziya li Suriyê dibin dikin, pêwîst e helwestek li hemberê dewleta tirk a vî hewildana dagirkerî û komkujiya gelên Suriyê dike, bi awayek vekirî nîşan bidin. Eger nedin û tenê di gotin de bimîne, em dê wan jî hevkarê dewleta tirk bihesibîn in. Eger bêdeng bimînin, demek hevkariyek heye." 'TIRKIYE SENARYOYA DAGIRKERIYÊ ÇÊDIKE' Têkîldarî gotinên Tirkiyeyê yên di demên dawî de dê tirbeya Suleyman Şah careke din vegerînin cihê xwe yê berê jî Yusîf wiha got: "Tirbeya Suleyman Şah a li gundê Aşmê ku berê de li gundê Aşmeya jor a li ber pira Qeraqozakê di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bû, bi operasyonekî ji hêla YPG/YPJ'ê ve ji wir hat derxistin û niha li gundê Aşmê ya li ser Sînor hatiye danîn, yê wir diparêzin jî niha hêzên me ne. Careke din birina wir ne di rojeva partiya me de û ez bawer nakim di rojeva rêveberiya Xweseriya Demokratîk de be jî. Hê di wî de demî de hêzên dewleta tirk nikaribûn tirbe ji wir rakiribûna û DAIŞ'ê teqandin jî, piştî teqandinê hêzên YPG'ê bi operasyonekî anîn gundê Aşmê. Niha dewleta tirk vê yekî careke din tîne rojevê û senaryoyek çêdike. Ev senaryo jî senaryoyekî dagirkeriyê ye, te çewa careke din bibin cihê berê. Cihê berê niha di bin qontrola hêzên ku tu wan wekî dijmin qebul dikî ango YPG/YPJ'ê de ye, ev tê çi wateyî demek ez ê vî ji bo dagirkeriyê bikim hincet. Ev tê çawa bê qebûlkirin, tiştekî wisa di rojeva gelê Rojava de tune ye. Careke din vî mijarî anîna rojevê wî xeyala sedsalan a dagirkirina Suriyê bi cih bîne ye. Yanî dixwaze Osmancitiyê bilîze. Bêguman êdî dem ne dema 400 sal berê ye, ne gelên ku bi salan dihatin perçiqandin ne ew gel in, ji ber vê yekê ev yek nayê qebul kirin. Erdogan Altan - dihaber