Şêwirmendên HDP’iyan 14 roj şûnde derxistin dadgehê 2016-11-24 11:02:36 ENQERE - 5 Şêwirmendên parlamenterên HDP’ê yên 14 roj berê hatin binçavkirin, piştî 14 rojan di bin çavan de man, hêj nû derxistin pêşberî dozgeriyê. 5 şêwirmendên Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11'ê mijdarê de li Amed û Enqereyê hatibûn binçavkirin. 5 şêwirmendên HDP'ê piştî 14 rojan li Midûriyeta polisan a Enqereyê di bin çavan de man sewqî dozgeriyê kirin. Hat zanîn ku şêwirmend têkildarî geşedanên der barê niqayên komîsyona Qanûna Bingehîn û destnedayîna parlamenteran ku di menda civakî de parve kirine hatine binçavkirin. Şêwirmendê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yüksekdag Olcay Çelik ji roja hatibû binçavkirin heta niha ketibû greva birçîbûnê. Tevî Çelik Şêwirmendê Komê Zulküf Kurt, Parlamenterê HDP'ê yê wanê Nadir Yildirim Murat Gokdagi, Şêwirmendê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir Muhammed Kaya û şêwirmendê Parlamenterê Mêrdînê Mithat Sancar Metin Kumek hatibûn binçavkirin.