Qeyûm tayînê Şaredariya Gêlê kirin 2017-03-08 11:21:37 AMED - Qaymaqamê navçeya Gelê Kurşad Atak wek qeyûm tayînê şaredariya navçeyê hat kirin. Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Gêlê piştî Hevşaredara DBP'î Petek Elyesa Çobanoglu ji kar hatibû dûrxistin li cihê wê qeyûm hat tayînkirin. Şevê din polîsan di ser avahiya şaredariyê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Li cihê Çobanoglu Qaymaqamê navçeyê Kurşad Atak wek qayyûm hat tayînkirin. BERÊ 15 BÛN MAN 4 Heya niha li Amedê tê de Hevşaredara Şaredariya Mezin Gultan Kişanak jî heyî ji 11 şaredariyên DBP'î re qayyûm hat tayînkirin. Li bajarê ku 17 navçeyê wê hene heya niha ji bilî navçeyên Rezan, Erxenî, Hezo û Çinarê di çarçoveya KHK'yan de qayyûm hatine tayînkirin.