Rayedarên Alman dê bi Yucel re hevditin bikin 2017-03-08 11:44:59 BERLÎN - Tirkiye destûr da ku rayedarên Alman bi Rojnameger Denîz Yucel re hevditin bikin. Wezîrê Karên Hundir Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Alman Sigmar Gabriel hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de Wezîrê Alman Gabrîel diyar kir ku rayedarên Tirkiye destûr daye ku rayedarên Alman bi rojnameger Yucel û welatiyên Alman en girtî re hevdîtin bikin. Gabriel, diyar kir ku piştî girtina Yucel divê wezîrên Tirkiye propaganda referandumê û cudahiyên navxweşî neynîn Almanya.