Li Dêrsimê 5 kes hatin tehliyekirin 2017-03-08 15:00:19 DÊRSIM - Li Dêrsimê ji 12 kesên bi hinceta protestokirina girtina parlementerên HDP'ê hatibûn girtin 5'ê wan di yekemîn rûniştina dozê de hatin tehliyekirin. Li Dêrsimê tê de hevşaredar, hevserokên HDP, DBP û EMEP'ê jî heyî bi giştî 12 kesên di 4-5'ê Mijdarê girtina 9 parlementerên HDP'ê û Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yukdekdag bi daxuyaniyek protesto kiribûn û piştre hatibûn girtin 5'ê wan derketin pêşberî dadgehê. Di serî de rûniştina doza endamê Meclisa Şaredariyê Cemile Ataş û rêvebirê HDP'ê yê Dêrsimê Huseyîn Dagdeviren li Mihkemeya Cezaya Giran a Dêrsimê hat dîtin. Xizmên kesên girtî, parêzer û Parlementerê HDP'ê yê Dêrsimê Alican Onlu beşdarî rûniştina dozê bû. Dagdeviren bi riya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Elezînê beşdarî rûniştina dozê bû û giliyan qebûl nekir. Ataş jî bi riya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Elezînê beşdarî rûniştinê bû destnîşan kir ku wî beyî ferman ji rêxistinek girtiye beşdarî daxuyaniyê bûye. Ataş daxwaza beraetê kir. Di rûniştina dozê de parêzerên maf girtin jî dan zanîn ku wextê girtina parlementeran şebekeyên înternetê nexwe hatibûn qutkirin û tu kesî ji bo protestoyê ji rêxistinekê ferman negirtine. Piştî parastinan şandeya mihkemeyê bi şerta kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt 2 kes jî tehlîye kir. Piştî vê yekemîn rûniştina doza nûnera Şaxa DÎSK'ê ya Dêrsimê Şukran Yilmaz, nûnerê Şaxa BES'ê Musa Kiliç û rêvebirê Bajêr ya HDP'a Dêrsimê Yaşar Agin hat dîtin. Yilmaz ji Girtîgeha Girtî ya Gebzê, Kiliç û Agin jî ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Elezînê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bûn. Di rûniştina dozê de giliyên li ser kesên hatine girtin nehat qebûlkirin. Şandeya mihkemeyê bi şerta kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt her 3 kes tehlîye kir.