'Li Kurkçulerê dibe ku rageşî derkeve' 2017-03-09 10:43:54 EDENE - Welatiya bi navê Songul Bayna diyar kir ku dema ku li Girtîgeha Kurkçulerê bi hevserê xwe Omer Bayna re hevdîtin pêk anîne ji ber ku li hemberî girtiyekî DAIŞ'ê ku anîne odeyê nerazîbûn nîşan dane rastî, gef, êrîş û heqeretan hatine û wiha axivî: "Dibe ku rageşiyek derkeve, em ji ber vê yekê bi fikar in." Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê polîtîkayên pêkûtiyê yên alozî derxistinê berdewam dike. Welatiya bi navê Songul Bayna diyar kir ku dema ku di 5'ê Adarê de li Girtîgeha Kurkçulerê bi hevserê xwe Omer Bayna re hevdîtin pêk anîne ji ber ku li hemberî girtiyekî DAIŞ'ê ku anîne odeyê nerazîbûn nîşan dane rastî, gef, êrîş û heqeretên gardiyanan Bayna ev agahî da: "Em li girtigehê bi malbatên din re di hevdîtinê de bûn. 5 deqîqe derbas bûbû. Zîlê lê dan û DAIŞ'iyek anîn odeyê. Hewl da bi malbata xwe re hevdîtina xwe pêk bîne. Me li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da. Gardiyanan gotina 'ger ku hûn naxwazin biçin ji wazeratê re bibêjin' bi kar anîn. Hevsera DAIŞ'î ji gardiyanan re gotina 'van pîsan ji vir bibin' bi kar anî û heqeret li me kir. Gardiyanan mudaxaleyî vê yekê nekirin û êrîşî me kirin. Me nekarî hevdîtinê pêk bînin lê DAIŞ'iyan hevdîtin pêk anîn." 'LIN ZAROKÊ XWE BI ZORÊ JI DESTÊN WAN DERXIST' Bayna destnîşan kir ku ligel ku ducanî ye jî gardiyan bi ser wê de hatine û hewl dane derb bikin. Byana wiha axivî: "Ji milê min girtin û min tavdan. Di vî navberê de kurê min ê biçûk gotina dev ji dayika min berdin. Li ser vê yekê berê xwe dan kurê min û qirika wî givaştin. Min bi zorê kurê xwe ji destên wan derxist. Li ser vê gardiyanan nasnameyên me girtin û gotin dê girtek bigirin, saleke cezaya qedexeya hevdîtinê bidin. Gef li me xwarin. Tiştek nehat şikandin. Zarokek dê çawa derî û camên qalind bişikîne. Zarokên min ji ber wê nexweş ketin. Em ê der barê gardiyanan de gilî bikin." 'GIRTÎ DÊ DERNEKEVIN HEDÎTANÊ' Bayna got ku tê xwestin girtî û malbatan bînin hemberî hev ji ber vê yekê girtiyên DAIŞ'ê tînin nav girtiyên siyasî. Bayna destnîşan kir ku ew ji ber van polîtikayan bi fikar in û wiha axivî: "Îdareya girtîgehê hewl dide ku li girtîgehê aloziyê derxîne. Dibe ka rageşî derkeve. Em ji ber vê yekê bi fikar in. Girtî dê ji ber vê yekê dernekevin hevdîtinê. Îdareya girtîgehê têkîldarî mijarê daxuyand ku dê agahî nedin.