Doza 45 meh şûnde li Hasan Cemal vebû taloq kirin 2017-03-09 10:50:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Rûniştina doza 45 meh şûnde li nivîskarê T24 û Serokê Sazumankarê Platforma Rojnamegeriya Serbixwe P24 Hasan Cemal vebû hat dîtin. Rûniştina dozê taloqi 31'ê Adarê kirin. Rûniştina doza der barê nivîskarê T24 û Serokê Sazumankarê Platforma Rojnamegeriya Serbixwe P24 Hasan Cemal ku ji ber veşikandina endamên PKK'ê ya dervê sînor de nivîs nivîsandibû hatibû vekirin piştî 4 sal û mehek şûnde hat dîtin. Rûniştina dozê li 24'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzera Cemal Fikret İlkiz, beşdarî rûniştnê bû û parastin kir. Di parastinê de dem xwest û li ser vê yekê rûniştina dozê taloqî 31'e Adarê hat kirin. Dozgerê Komarê yê Stenbolê Fahrettin Kemal Yerlî, ji ber nivîsên Hasan Cemal ên der barê vekişandina endamên PKK'ê de di 16'ê Gulana 2013'an de di T24' de hatin weşandin doz vekiribibû. Berê jî ji ber nivîsek Cemal, Salek û 3 meh û ji ber nivîsek din 11 meh û 20 roj û ji doza Rojnameya Ozgur Gundemê jî 6 hezar tl cezayê pereyan hatibû birîn.