Helbestvan Mehmet Akdogan hat binçavkirin 2017-03-09 12:20:06 AMED - Helbestvan Mehmet Akdogan di serdegirtina mala xwe ya li Amedê de hat binçavkirin. Polîsan di saetên sibê de bi ser mala Helbestvan Mehmet Akdogan a li taxa Bagcilara Amedê ye de girtin. Akdogan ê ku derbarê wî de biryara binçavkirinê heye piştî lêgerîna li malê hat binçavkirin. Akdogan ê ku hinceta binçavkirina wî ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a TEM’ê.