'Ên aştiyê dixwazin tên darizandin' 2016-11-24 13:37:47 ÎZMÎR - Endamên Bloka Aştiyê yên xwestin li bajarên kurdan qedexeya derketina derve be rakirin cara duyemîn derketin pêşberî dadgehê. Doz hat taloqkirin, Hêzên Demokrasî û Kedê diyar kirin ku yên aştiyê dixwazin tên darizandin. Doza ku der barê endamên Bloka Aştiyê yên ku mirin û qedexeya derketina kolanan şermezar kirin de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmirê hat cara duyemîn hat dîtin. Dİ dozê de hin bersûcên bêyî girtî tên darizandin û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî doz şopandin. Di dozê de 8 kesên ku bêyî girtî tên darizandin diyar kirin ku ji ber bûyerên qewimîne di warê wijdanî de aciz bûne û ji ber vê yekê jî tevlî daxuyaniya çaemeniyê bûne, daxuyaniya çapemeniyê jî mafê wan ê herî demokratîk e. Bersûcan destnîşan kirin ku hêj kom nebûbûn şefê polîsan ê bi navê Yusuf Uysal ê ku di operasyonên cemaetê de hatiye girtin mudaxaleyî wan kiriye, ligel ku der barê wan de biryara binçavkirinê tunebûye jî 4 saetan di bin çavan de hatine rawestandin. Bersûcan sûcdarkin qebûl nekirin û xwestin bên bereatkirin. Parêzeran jî diyar kirin ku mirov ji bo wijdanên xwe derketine kolanan û xwestine daxuyaniyê bidin, bi awayekî hiqûqî rastî astengiyê hatine, polîsên ku dosya amade kirine bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" tên darizandin ji ber vê yekê jî xwestin di dosyayê de biryara necezakirinê bê dayîn. Parêzeran rapora Cizîrê ya ku rêxistinên mafên mirovan amadekirine pêşkêşî heyeta dadgehe kirin û bal kişandin li ser bûyerên ku qewimîne. Heyeta dadgehê biryara bersûcên ku îfadeyên xwe bidin da û doz taloqî 8'ê Adara 2017'an kir. 'JI BER KU AŞTIYÊ DIPARÊZIN TÊN DARIZANDIN' Li aliyê din Hêzên Demokrasî û Kedê jî beriya dozê li ber edliyeyê daxuyanî da. Li ser navê komê ji TMMOB'ê Melîh Yalçin axivî û bal kişand rewşa şîdetê ya ku piştî 7'ê Hezîrana 2015'an zêdetir bûye û got ku di vê pêvajoyê de bajar hatine xirakirin, mirinên sivîlan çêbûne. Yalçin destnîşan kir ku ji ber wekî Bloka Aştiyê li dijî mirinan aştî parastine der barê wan de doz hatiye vekirin.