14 cenaze li Amed û Çewligê ne 2017-03-10 16:56:56 AMED - 14 cenazeyên HPG’iyên ku tê îdîakirin di operasyona Licê de jiyana xwe ji dest dane anîne nexweşxaneyên Amed û Çewligê. Piştî di 5’ê Adarê li 18 gundên navçeya Licê ya Amedê “qedexeya derketine derve” hat îlankirin, operasyona ku bi tevlîbûna 10 hezar leşker, polîs û cerdevana li çoltara Licê-Genç hat destpêkirin didome. Hat îdîakirin di operasyonên li herdu navçeyan de 14 HPG’iyan jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku cenazeye 8 kesan rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û cenazeye 6 kesan jî rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê. Ji ber operasyon bi alîkariya balefiran tê domandin xetên telefonan qut bûne derbarê tiştên tên jiyan agahî ji gundiyan nayê girtin. Destûr nayê dayîn kesek bikeve herêma qedexe hatiye îlankirin û wesayîtên diçin herêmên qedexe lê tune ne jî di kontorlên li ser riyan hatine danîn re di lêgerînek hûr re derbas dibin.