Navnîşana Newroza Stenbolê Bakirkoye 2017-03-11 17:08:51 STENBOL - Ji bo pîrozbahiyên Newroza Stenbolê Bazara Gel a Bakirkoyê hat destnîşankirin. Ji bo pîrozbahiyên cejna Newrozê li gelek bajaran amadekarî bi dawî bûn, ji bo pîrozbahiyên li Stenbolê jî Bazara Gel a Bakirkoyê hat destnîşankirin. Ji bo bernameya pîrozbahiya ku bi şîara “Teqez em ê qezenc bikin” bê kirin dê roja Duşemê civîna çapemeniyê bê lidarxistin. Daneyên bernameya pîrozbahiya ku dê 19’ê Adarê roja Yekşemê li Bazara Gel a Bakirkoyê saet di 11.00’an de bê lidarxistin, dê ji aliyê komîsteya amadekar roja Duşema pêşiya me bi civînek çapemeniyê bê ragihandin. Komîteya amadekar ji bo pîrozbahiyê serî li Walîtiya Stenbolê da.