Atalay çavdêriyên Xezxêrê parve kir: Dê paşguh bikin 2016-11-24 15:41:46 STENBOL - Sekreterê Giştî yê SHD’ê Prz. Can Atalay, piştî li Kana Madene ya Xezxêrê lêkolîn kir çavdêrî û fikarên xwe parve kir. Atalay, diyar kir ku çawa hezana 25ê Tîrmehê paşguh kirin dê vê bûyerê jî paşguh bikin û ser komkujiya Xezxêrê bigirin. Sekreterê Giştî yê Komeleya Mafên Civakî (SHD) Prz. Can Atalay piştî li Kana Madenê ya di 17’ê Mijdarê de hezan pêk hat û di hezanê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan,lêkîn kir, çavdêriyên xwe yên ji 6 rûpelan pêk tê parve kir. Prz. Can Atalay, li Otela Taksim Hillê bi civîna çapemeniyê parve kir. Di civînê de Seroka Giştî ya SHD’ê Melda Onur, Sekreterê Giştî yê SHD’ê Can Atalay, Rêveberê Komeleyê Evren İşler amade bûn. Di civînê de Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Dogan Erbaş Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş jî amade bûn. Di civinê de Seroka SHD’ê Melda Onur diyar kir ku wekî Soma dixwazin ser vê komkujiyê jî bigirin û wiha got: “Li cihekî ku lêgerîn û lêkolîn nehatibe kirin dê çawa destûra hilberînê bê dayîn. Divê ev pirs ji hikûmetê bên kirin. *Li kana ku facîa lê pêk hat mufetîş kengî lêkolîn kirin. Kengî venêrtin hat kirin.? *Mufetîşên ku pêwiste li ser navê venêrtinê lêkolîn bikin çima neçûn lêkolîn nekirin? *Gelo agahiya meclîsê heye ku di 25’ê Tîrmehê de ax şiqitiye Ger ku agahiya wan hebe çima tedbîr negirtine? * Li gel barana zêde û qada şil çima karkeran xebata xwe berdewam kiriye. Çima rayedarên fîrmayê zor li karkeran kiriye. Wezareta we dê doz û lêpirsînê lmi wan veke? * Tê gotin k udi xebata lêgerîn û rizgarkirinê de roja ewil biqasî hat xwestin xebatên rizgarkirinê nehatin kirin ev çiqas rast e? Sedema vê yekê çiye? *kesê ku di şertê baranê û zahmet de zor li karkeran kiriye ku bi xebite kiye? Der barê vê mijarê û vî kesî de lêpirsîn hatiye kirin? ‘KARKER ROJÊ 12 SAET’AN DIXEBITIN Onur, anî ziman ku li gel tê zanîn axa herêmê nerm e û zû dişiqite dîsa tedbîr nehatiye girtin û xemsariyek mezin heye. Onur, bilêv kir ku perwerde û zanîna pêwist nedane karkeran û ewlehî nehatiye stendin û karker di nava şert û mercên pir talûke de xebat kirine. Li vir venêrtin nehatiye kirin. Karkerên Park Elektrikê ji ber sendîkayî ne rojê 8 saetan, lê karkerên hemal û bê sîgorta rojê 12 saetan xebitîne.” Sekreterê Giştî yê SHD’ê Prz. Can Atalay jî diyar kir ku bi fikare ku ser komkujiya Xezxêrê bê girin û xwest her kes hestiyar tev bigere. Can çavdêriyên xwe yên lêkolîna navbera 19-20’ê mijdarê parve kir û wiha got: “Di pêvajoya darazê de divê dozger û parêzer her tiştî pir zirav lêkolîn bikin. Bi qasî me agahî girt, mufetîşan bi hinceta “terorê” lêkolîn nekiriye. Lê rayedarên hikûmetê bê pirsgirêk diçin li wir lêkolîn dikin. Ev hincet nayê qebûlkirin. Em bi fikarin ku doza Xezxêrê jî wekî yên din ser wê bê girtin. Li heman kanê di 25’ê Tîrmehê de jî hezan pêk hatibû. Piştî bûyerê karker ji wir reviya bûn. Lê li gel vê yekê tedbîr nehatin girtin û der barê vê mijarê de venêrtin nehat kirin.