Rojnameger Çaglar serbest hat berdan 2017-03-11 19:36:07 RIHA - Rojnameger Ergin Çaglar ê bi riya SEGBÎS'ê îfade da Dozgeriya Mêrsînê, bi "şertê venêrîna edlî" serbest hat berdan. Rojnameger Ergin Çaglar ê dema duh ji Rihayê ber bi Semsûrê ve diçû û li têketina navçeya Hewagê ji ber lêpirsîneke xwe ya li Mêrsînê hatibû binçavkirin. Çaglar ê li Edliyeya Hewagê bi riya SEGBÎS'ê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" îfade da dozgeriya Mêrsînê. Piştî îfadedayîna li dozgeriyê, Çaglar bi daxwaza "şertê venêrîna edlî" sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û Çaglar serbest hat berdan.