Cenazeyê karkerekî din derxistin 2016-11-24 15:56:17 SÊRT - Di lêgerîna hezanê ya kana madenê ya Xezxêrê de cenazeyê karker Kasim Tari hat dîtin. Di 17’ê mijdarê de li Gundê Madenê yê Xezxêra Sêrtê, di kana madenê de hezan pêk hatibû. Di hezanê de 16 karker di bin axê de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Di lêkolîn û lêgerîna rizgarkirina karkeran de cenazeyê Kasim Tari jî hat dîtin. Tevî cenazeyê Tari heta niha cenazeyê8 karkeran hat dîtin. Cenazeyê Tari ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hêj cenazeyê 8 karkeran jî li benda rizgarkirinê ye.