Heyeta Dîlokê gelê Şirnexê ziyaret kir 2016-11-24 16:23:02 ŞIRNEX - Heyeta ji DBP û HDP ya navend û navçeyên Dîlokê pêk tê Şirnex ziyaret kir û lêkolîn kirin. Heyeta ku ji DBP û HDP ya navend û navçeyên Dîlokê pêk hat, hatin Şirnexê. Heyet ji hêla Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Endama Melîsa Partiyê ya DBP'ê Harîka Peker, Endama Meclîa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr, malbata Mehmet Tûnç, malbatên şehîdên kesên ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest daninhat pêşwazîkirin. Heyet destpêkê de bi malbatên şehîdan ra çûn ser Goristana Nala Ro. Malbata Mehmet Tûnç û kurê Orhan Tûnç Bêkes jî hatin ser goristana bavê xwe. Li ser goristanê kesên hizmên xwe di berxwedana Şirnexê de wenda kirin hêstiyar bûn û nikarin hêstirên xwe asteng bikirana. Piştî ziyaret û xwendina dûayan ya li ser goristanê heyet û malbatên şehîdan ji ser goristanê veqetiyan. Dawiyê jî heyet taxên ku ji hêla hêzên dewletê hatinin hilweşandin geriyan û çûn serdana malbatan. Heyet piştî serlêdana malbatan vegeriyan Dîlokê.