Li Edeneyê jinek ji şaneşînê ket 2017-03-12 12:00:00 EDENE - Li Yuregîrê jina bi navê Nîlcan Kuçukbenlî ya 19 salî ya ku bi awayekî bi guman ji şaneşînê ket xwarê bi giranî birîndar bû. Li Edeneyê li gorî agahiyan bi şev li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê li qatê 2'yemîn ê li kargeheke li cadeya Karataşê jina bi navê Nîlcan Kuçukbenlî (19) ji ber sedemekî nayê zanîn ji şaneşînê ket xwarê. Kuzukbenlî ya bi awayekî bi guman kete xwarê bi giranî birîndar bû. Piştî mudaxaleya ewil rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn ê Perwerdehiyê ya Nûmuneyê. Piştî ku li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin havalekî Kuçukbenlî ya li cem bû hate binçavkirin û birin qereqolê.