Yên duh asteng kirin îro ew hatin asteng kirin 2017-03-12 12:10:01 ENQERE - Hikûmeta AK Partiyê ji ber ku Holanda destûr neda wezîrê wê li welatê wan mîtîngen referandumê pêk bîne qiyamet rakir. Hikûmeta AK Partiyê ku got 'Destûr nade em û hilbijêrên xwe bigêjin hev' salek berê destûr nedabû ku wezîrên HDP’î têkeve nava Cizîrê. Bi nêzîkbûna hilbijartina referandumê re rageşiya di navbera Tirkiye û welatên Ewropa de her ku diçe zêde dibin. Berê Almanya û niha jî Hollanda destûr nade ku hikûmeta AK Partiyê li welatê wan mîtîngên hilbijartinê pêk bîne. Herî dawî Holanda destûra balafira Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu betal kir ku li welatê wan dakeve xwar. Piştre jî rê li pêş Wezîra Polîtikayên Malbat û Civakî Fatma Betul Sayan Kaya girt û destûr neda ku li pêş sefaretxaneya li Holanda mîtîngê pêk bîne. Yekîtiya Ewropa (YE) li gorî mevzuata hiquqê welatiyên welatê derve nikare li welatên YE'ê propaganda siyasetê bike. Li gorî rêziknameya hiqûqê welatekî endamê YE'ê nikare destûr bide ku welatiyên welaetki dervê ewropa propaganda siyaseta xwe li welatê wan bike. YE'ê di sala 2008'an de ji bo vê yekê qanûn derxist. LI DERVÊ WELAT PROPAGANDA SÛC Û QEDEXE YE Li gorî agahiyên Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Prof. Dr. Ersan Şen, di 22'ê Adara 2008'an de di rojnameya fermî de bi hêjmara 5749'an zagon hat guhertin. Li gorî vê Guhertina der barê Qanûna Hilbijêr û Kutukan a Hukmên Bingehîn ên Hilbijartinan de rê li pêş propaganda hilbijartinan ên li ber nûnertiya welatên derve hatiye qedexekirin. Şen angî ziman ku li gorî hêjmara 298'an a qanûnê fikra .94/A’nın 5'an, welatiyên derve nikare li ber sefaretxaneyan propaganda bike. BI BÎRXISTINA FAŞÎZMÊ Hikûmetê got "Destûr nadin wezîrên me li ber konsolosên me yên li ser axa wan bi hilbijêrên xwe re bên cem hev. Ev faşîzm e" û ev rewş rexne kir. Lê balkêş e piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê îktîdara AK Partiyê ku bi serê xwe nebû îktîdar û di nava hikûmetê de parlamenterê HDP'ê Alî Haydar Konca û Muslum Dogan wekî wezîrê ji Yekîtiya Ewropa berpirsiyar tevî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş xwestin piştî di îlona 2015'an de îlana qedexeya derve ya li Cizirê pêk hat biçin Cizîrê. Lê heyeta wezîran û hevserokên HDP'ê li Hezexê ji aliyê leşker û polîsan ve hat astengkirin. Li navçeya Cizîrê ku HDP’ê ji sedî 90 deng girtibû û piştre bi sedan welatî di êrîşa leşker û polîsan de jiyana xwe ji dest dan, hikûmetê ferman da leşker û polîsan û destûr neda heyeta HDP'ê têkeve navçeyê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş wê demê daxuyani dabû û diyar kiribû ku ev yek nayê qebûlkirin û ew serî li hemberî vê zilmê natewîne. Wê demê sedema astengkirinê wekî "ewlehiya cemaweriyê" hatibû bi navkirin. YÊN ASTENG KIRIN HATIN ASTENGKIRIN Îktîdara AK Partiyê ku duh li Cizîrê wezîrên HDP'ê asteng kir û destûr nedan biçin Cizîrê îro Wezîrê wan ê Derve hat asteng kirin. Pişti Hollanda bi heman sedemê destûr neda ku Wezîr Kaya mîtîngê pêk bîne û destûra balafira Wezir Çavuşoglu betal kir, gotina ku duh Demirtaş ji bo Cizîre got, îro ew heman gotinê ji bo Holanda dubare dikin. Wezîrê HDP’î yê berê Ali Haydar Konca, ku di îlona 2015'an de hat astengkirin bal kişand ser vê rewşê û wiha got: "Em wê demê ji aliyê îktidara AK Partiye ve hatin astengkirin. Îro AKP li Hollanda ve tê asteng kirin. Di navbera wê demê û niha de bi qasî cîhanê ferq heye. Me xwest em li ser axa xwe biçin cem hilbijêrên xwe. Lê AKP dixwaze biçe ser axa welatên din propaganda hilbijartinê bike. AKP dixwaze li ser ve yekê krîzê ava bike. Ev qedexe li gorî zagon û pîvanên YE'yê ne. YE bi awayekî aşkere dibêje ji bilî hilbijartinê deriyê me li we vekiriye. Lê tenê qedexe ye ku hûn propaanda hilbijartinê bikin. Wezîrê HDP'î yê berê Muslum Dogan jî anî ziman ku ev nîşan dide ku polîtîkayên Tirkiye yên hundir û derve îflas kiriye û wiha got: “AKP’ê li avahiyên xwe ala iflasa 16 'ê Nîsanê daliqandiye. Yên ku duh destûr nedan em li ser axa xwe biçin cem hilbijêrên xwe û halê wan bipirsin îro ew li ser axa xelkê tên astengkirin."