Di doza 'KCK'ê ya parêzeran de' sira dosyaya hejmar 2010/521 çi ye? 2016-11-14 13:57:52 STENBOL - Parêzer Ozgur Erol ê di doza "KCK'ê ya parezêran de" tê darinaznid di parastina xwe li ser lêpirsîna ku der barê wan de hatiye vekirin bi dosyaya hejmar 2010/521 ve hatiye despêkirin lê roja ku li dijî wan operasyon pêk hatiye, îro ev dosyaya hejmar 2011/2196 a ku tê xwestin ji vî dosyayê bê veqetandin rawestiya. Doza ku 46 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên darizandin û bi tevahî 49 kes di dozê de tên darizandin a bi nivê "Komîtiya Parêzeran a KCK'ê" li 19'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Hin parêzerên ku bêyî girtî tên darizandin parêzer û gelek parêzerên ku wekî mudafî wan diparêzin beşdarî dozê bûn. Hin hiqûqnasên biyanî jî doz şopandin û dozê bi tespîtkirina nasnameyan ve dest pê kir. Ewil parêzer Ozgur Erol ji bo parastinê bike mafê axaftinê girt û diyar kir ku dosyaya ku ew tên darizandin Li Tirkiyeyê êrîşa yekem û ya herî mezin a li dijî parêzeran e. Erol anî ziman ku netenê hiqûq, pêvajoyekî nedemokratîk tê jiyîn û wiha got: "Rêxistinekî terorê ya ku evqas belav bûye nabe. Wê demê jî me gelek caran got lê em her tim ji vî diwarî vegeriyan." 'TAYBETIYA PARÊZERAN ÇÛNA WAN A ÎMRALIYÊ YE' Erol bal kişand li ser pirtûka ku Serokê Daîreya Îstixbaratê ya demê Sabrî Uzun nivîsandiye û qala kumpasa ku hatiye amadekirin kir. Erol got ku taybetiya porêzerên ku hatine binçavkirin kurdbûn û çûna wan a Girava Îmraliyê ye û wiha berdewam kir: "Girtîgeha Îmraliyê tu caran nebû girtîgehekî asayî. Em bi nasnameya xwe ve diketin hemû girtîgehan. Lê li Îmraliyê ev nehat kirin. Her tişt awarte bû. Hevdîtinên li Îmraliyê şefafbûn. Rayedarên dewletê hemû hevdîtin digirtin bin qeydê." 'DOZGERÊN ÎDIANAME AMADEKIRIN GIRTÎ NE' Erol di parastina xwe de diyar kir ku polîs, midûrên emniyetê ku derbarê wan de lêpirsîn dane destpêkirin û dozgerê ku ev îdianame amadekiriye girtî ye. Erol bilêv kir ku delîlê herî mezin a ku di dosyayê de der barê wan de heye wêneyên li cadeya Îstîklalê hatiye kişandin e, gelek hevalên wan ji ber vê yekê mexdûr bûne. Erol wiha axivî: "Dosyaya lêpirsînê ya hejmar 2010/521 û dosyaya ku îro em tên darizandin a hejmar 2011/2196 di 21'ê mijdarê de hatve veqetandin û heman rojê operasyon hate kirin. Gelo di vî dosyaya hejmar 2010/521 çi heye. Endamên MÎT'ê yên ku ji bo îfadeyê hatine gazîkirin hene. Wekî din kî hene? Ji vir tiştê ku dixwazin xwi bigihînin diyar e." Erol anî ziman ku dîsa di 17'ê kanûnê di hemû dosyayên xeyalet de biryarên guhdarkirinê bi awayekî hemwext hatine rakirin. Erol got ku bi binçavkirina parêzeran ve hedefa esasî hatiye veşandin û di berdewamê de jî wiha got: "Operasyona têgehê li ser me hate kirin. Vî rêxistinê xwest me texrîk bike. Beriya me jî di navbera dewlet, rêxistin û Îmraliyê de ma têkîlî tunebû? Di 2013'an de hikûmetê ev bi aweyekî aşkera nekir. Belê, kir. Heta qanûn jî derxist." Erol ji heyeta dadgehê ji ber ku girîng e xwest ku dosyaya 2010/521 ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bê xwestin ji bilî vê jî xwest îdianemaya esasî ya Cemaeta Gulen ji Enqereyê bê xwestin. DAXWAZA ÎDIANAMEYA JI BO CEMAETA GULEN HATIYE AMADEKIRIN HAT REDKIRIN Piştî parastinan dozger mutala da û xwest daxwaza parêzeran bê redkirin. Piştî navberê heyetê jibilî xwestina îdianameya ji bo Cemaeta Gulen hatiye amadekirin, daxwazên din ê parêzeran qebûl kir û doz taloqî 9'ê Adara 2017'an kir.