Dadgehê jinên beşdardî 8'ê Adarê bûn ceza kir 2017-03-12 16:12:18 EDENE - Rûniştina doza 15 jinên beşdarî 8'ê Adarê bûbûn, li edliya Edeneyê hat dîtin. Heyeta dadgehê jinek beraet kir û 14 jin ceza kir. Rûniştina doza 15 jinên ku bi hinceta beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûne doz hatibû vekirin li Edliya Edeneyê hat dîtin. Jinên serbest dihain darizandin tev li rûniştina dozê nebûn û parêzerên wan amade bûn. Parêzeran da zanîn ku jinan di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de aştî parastiye û daxwaza beratê kir. Daxwaza berata 14 jinan hat redkirin û tenê ji bo Pinar Canê biyara beratê hat dayîn. Heyetê der barê Bedriye Yorgun, Rahîme Çelîk, Pelîn Songul Çîçek, Denîz Uslu, Ferîze Kiliç, Medîne Say, Seher Benazîr Kiliç, Tulîn Îçme, Ayşe Dîlekçî, Zeynep Pala Ekîncî, Gulcan Kurnaz û Çîgdem Ozbîlgîlî de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirine’ kirine salek ceza birî. Li Nurcan Altin û Îdîl Sevîmê jî bi hinceta ‘muxalefetê civîn û meşê kirine’ ji her yekê re 6 meh ceza birî. Dadgehê ji 6 paran, parek ceza daxist û veguherand cezayê pereyan. Heyeyetê li 12 jinan ji bo her kesekê 6 hezar TL û der barê du kesan de jî ji her kesekê re 9 hezar TL cezayê pere birî. JI SLOGANA 'BIJÎ BERXWEDANA CIZÎRÊ' RE 6 HEZAR TL CEZA BIRÎN Endama Platforma Jinan a Edenê Sevîl Aracî, diyar kir ku bi cezayê pere dixwazin bi zexta aborî jinan bêdeng bikin û ev yek jî ne raste. Araci destnîşan kir ku çalakî ji bo azadiya fikr û raman hatine kirin loma tiştek sûc bê hesibandin tune ye. Endama Platformê Çîgdem Ozbîlgîlî ya ji ber dirûşma ‘Bijî berxwedana Cizîrê 6 hezar TL ceza lê hatiye birîn jî wiha got: “Lêpirsîna me salek şûnde rojek piştî 8’ê Adarê bi encam bû. Ev jî peyamekê dide jinan. Daraz hatiye astek trajîk. Em vî cezayî qebûl nakin. Em ê di vî alî de têbikoşin. Endama Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî destnîşan kir ku 6 hezar TL cezayê ji bo wan hatiye dayîn qebûl nake û got ku dê her tim bibin dengê jinan.