Me zivistan derbas kir ka bila bahar were... 2017-03-13 10:38:46 COLEMÊRG - Li Geverê di ser qedexeya ku bi hezaran xanî hatin xerakirin û bi deh hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn re salek derbas bû. Welatiyên Geverê ku salek û zivistanek dijwar derbas kirin diyar dikin ku wan zivistan derbas kir û li benda baharê ne. Geverî diyar dikin ku avakirin zor e, lê pêkan e. Li navçeya Gevera Colemêrgê di 13 Adara 2016'ande qedexeye derketina derve hate îlankirin û salek li pey xwe hişt. Operasyonê 79 rojan berdewam kir. Li taxên Orman, Cûmhûriyet, Dizê, Yeşîldere, Gongur bi hezaran mal û cîhên kar bi tang û topan ên leşker û polîsan hatin hilweşandin. Bi deh hezaran Geverî ji ber êrîşên leşker û polîsan bi zorê malên xwe hatin derxistin. Welatiyan Gever û Colemêrg terk nekirin û li gundên derdorê bicih bûn. Li taxên ku şahî kêm nedibûn welatî salek e di şînê de ne. Li navçeya ku piştî qedexeya derketina derve bi qismî hat rakirin saziyên sivîl û şaredariyê destê alîkariyê dirêjî gel kirin. Piştî ku saziyên sivîl hatin girtin û qayim tayînî şaredariyê kirin welatiyan bi derfetên xwe taxên xwe ji nûve avakirin û jiyana ku ji pêşiyê wan maye ji nûve avakirin. Gelê ku bi derfetên zor malên xwe ava dikin, li benda baharê ne û şûna xaniyên wan yê nivîsên nijadperest hatine nivîsandin, xaniyên li ber dîmenkêşan hatiye hilweşandin malê ku li hevdû dinhêrin avabikin. Gelê Geverê ku parlementerên wan ên HDP'î Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nihat Aydogan, Hevşaredar Adile Kuzey, Alîgirê Serokê Şaredariyê Îdrîs Koş, 6 endamên meclîsê û bi dehan siyasetmedarên wan hatin girtin, li gel vê yekê Qeyûm tayînî şaredariya wan hat kirin. Bi OHAL'ê li navçeyê zext û zordarî zêdetir bû. Li her kuçeyan polîs û leşker bi maşîneyên zirxî tev digerin û gefan li welatiyan dixwin. Geveriyên ku tax, mal, baxçe, goristan, mizgeft û dibistanên wan hatine şawitandin, ji bo ku ji nûve ava bikin ketin nava tevgerê." 'DI HIŞMENDIYA DAIŞ'ê Û DEWLETÊ DE TU CUDAHÎ TUNE YE' Geveriyan anîn ziman ku qedexeya derketina derve bêbextiya dewletê nîşan dide û berxwedana Geveriyan dê bêbextiya dewletê di dîrokê de binivîse. Welatiya bi navê Sema Yîgît ya ku bi zordê ji taxa xwe hat derxistin diyar kir ku berê nifûsa Geverê 120 hezar bû, niha kêm bûye û wiha got: "Beriya ku qedexeya derketina kolanan dest pê bike, gel digot ''Dê DAÎŞ were Geverê' Ji ber vê yekê di navbera hişmendiya devletê û DAÎŞ'ê de tu cûdatî tûne ye. Me got yên ku hatiye serê jinên êzîdiyan wê were serê me jî. Ji xwe dema qedexeya derketina derve jî me ev sûretê wan dît. Nivîsên qirêj hat nîvasandin. Mal şawitandin. Yên ku agir kiriye malan bila bizanibe ku qet qezenç nake." Yîgît hilweşandina mal û taxên Geverê jî bibîr xist û wiha got: "Ger ku me navçeya xwe terk nekiribûya dê nekarîbana xera bikin. Dewlet dibêje 'Me qezenç kiriye' Lê îro em koç nebûne û dîsa em li Geverê ne. Gever ya me ye. Ew tu caran qezenç nakin." ÊDÎ BI HEZARAN POLÎS ÊRÎŞ BIKIN JÎ EM TAXÊN XWE TERK NAKIN Welatiya bi navê Fadîle Karabûk jî anî ziman ku ew bi zordeyî ji aliyê dewletê ji axa xwe hatine derxistin û wiha axivî: "Dewletê Geverî bi hatina DAÎŞ tirsandin. Tiştên ku li Cizîrê û Şengalê pêk hatin û li vir pêk hat ji nev ne cuda ye. Me dizanibûn ku ewê her tiştî bikin. Lê me ewqas nedizanî. Ji xwe piştî ku qedexe rabû û em hatin mala xwe me sûretê wan li taxên ku hatine hilweşandin dît." Karabûk diyar kir ku pêşiya operasyonan jiyana taxan pir xweşbûye lê bi hatina hezaran polîs û leşkeran êrîşek mezin li ser vê jiyanê pêk hatiye û wiha got: "Piştî ku bi hezaran polîs û leşker hatin navçeyê taxên me hat hilweşandin. Ji xwe qedexe nîşana tirsa wan e. Ger ku gelê Geverê mal û taxên xwe terk nekiribûna dê Gever xera nebûya. Êdî qedexe bê îlankirin û bi sedan polîs êrîşî taxan bikin jî em dev ji axa xwe bernadin." 'GER KU EM DI BER XWE NEDIN DÊ ME QETIL BIKIN' Welatiya Geverê Emîne Yalçîn jî balkişand ser hilweşandina Geverê û wiha got: "Li taxa me pevçûn tûne bû. Lê tax xera kirin. Piştî xerakirinê, me mal ji nûve ava kir. Armanca wan hilweşandina navçeyê bû. Mala ku gule lê neketiye û nehatiye şawitandin tune ye. Ji xwe pêşiya xedexeya derketina derve bi hezaran polîs û leşkeran anîn taxan. Tirsa ku di dilê wan de van tiştan bi wan kirin." Nazîme Yîgît jî anî ziman ku deme ew bi zordeyî ji taxa Dizê hatine derxistin wan dev ji axa xwe berneda û wiha got: "Qedexe ji bo me qetlîam, xerakirin e. Emê heta dilopa xwînê ya dawî li ber xwe bidin. Ge ku em li berxwe nedin dê me qetil bikin, malên me xera bikin, jiyana me ji holê rabikin."