Doza Ocalan û Ayhan taloq kirin 2017-03-13 10:49:32 RIHA - Rûniştina doza Parlanenterên HDP'ê yên Rihayê Dilek Ocalan û Îbrahim Ayhan ku ji dozên cuda dihatin darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê berdewam kir. Doz hatin taloqkirin. 3'emîn rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan ku li Wêranşarê beşdarî merasima cezane bûbû li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Di runiştina dozê de Ocalan amade nebû. Di rûniştina dozê de Prz. Sevda Çelik Ozbîngol, parastin kir û xwest anî ziman ku Dadgeha Asliye Ceza ya 7'emîn a Bakirkoyê der barê destnedayîna wekîlan de lêkolîn kiriye lê hêj biryar nedaye û xwest piştî biryarê bidin dê parastinê bikin. Heyeta dadgehê piştî navberê rûniştina dozê taloqî 12'ê Gulanê kir. Li heman salona dadgehê rûniştina Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ji ber parvekirinên medya civakî hat dîtin. Rûniştina doza Ayhan jî hat taloqkirin.