Zarokê ket çem jiyana xwe ji dest da 2017-03-13 11:51:15 WAN - Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê zarokê 6 salî Erkan Çigdem ê di çem werbû jiyana xwe ji dest da. Li taxa Gunyuzu yê navçeya Qelqeliya Wanê zarokê 6 salî Erkan Çigdem ê di çemê qeşagirtî werbû di bin çemedê de winda bû. Yekineyên AFAD'ê û cendirme piştî bûyerê çûn lêgerîn kirin û piştî lêgerinek dirêj cenazeyê Erkan ji bin avê derxistin. Cenazeyê Çigdem ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.