Aksunger ê CHP'î: Dixwazin li bajarên ku HDP bi hêz e sindoqan biguhezin 2017-03-13 12:58:07 ENQERE - Berpirsiyarê ewlehiya hilbijartinê û Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Erdal Aksunger, diyar kir ku li bajarên ku HDP bi hêz e hikûmet dixwazin cihê sindoqan biguherin. Aksunger anî ziman ku dê di roja hilbijartina referandumê de wekîlên xwe bişînin herêmê û wiha got: "Gerku ji sedî 90 biçin ser sindoqan dê ji sindoqan "Na" derkeve. Cîgirê serokê Giştî yê CHP'ê berpirsiyarê Ewlehiya Sindoqan Erdal Aksunger, bal kişand ser ewlehiya hilbijartinê û herêmên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hêz in. Aksungure bal kişand ser ewlehiya hilbijartinê û wiha got: anî ziman ku li herêmên ku HDP lê serdest e dixwazin cihê sindoqan biguherin. Aksunger, anî ziman ku hilbijartina rêveberiya Tirkiyeya nû ne karekî hêsan e û wiha got: "Di hilbijartina 2015'an de nêzî 200 hezar sindoq hebûn. Li ser her sindoqekê kesek bi giştî 200hezar û tevî cîgirên wan 400 hezar muşahit (çavdêr) hebûn. Li 52 dibistanan bi giştî, 650 hezar çavdêr hebûn. 17 HEZAR HILBIJÊR ÇÛN DERVÊ WELAT Aksunger, bal kişand ser guhertina cihê hilbijêran û sindoqan û wiha berdewam kir: “Me di hilbijartina 1'ê Mijdarê û di 15'ê Çile de dît ku milyonek û 800 hezar hilbijêrên nû hene. Ev hilbijêr kesên ku nû temenê wan 18 sal derbas kirine. Di navbera 15'ê Çile û 16'ê Sibatê de 440 hezar hilbijêr ji holê winda bûn û piştre dîsa 337 hezar hilbijêr ji nûve derketin holê. Zêdeyî 270 hezar hilbijêr şandine leşkeriyê. 157 hezar kesan teskere stendine. Di mehekê de gelek tişt hatin guhertin. Zêdeyî 17 hezar hilbijêr çûne dervê welat û kutukên xwe yên hilbijartinê cihê wan guhertine. Aksunger, bal kişand ser rewşa OHAL'e û fikarên xwe yên der barê hilbijartinê de jî wiha anî ziman: "Li heremên ku HDP lê bi hêz in û hilbijêrên wê serdest in fikara ku cihê sindoqan biguherîne heye. Di pêvajoya OHAL'ê de pirsgirêka herî mezin dê li Herema Bakurê Rojhilat û Rojhilatê Tirkiye pêş bikeve. Em niha têkildarî mijarê sinyalên giring digirin. Hilbijêr li me digerin û dibêjin 'Nikarin ewlehiya sindoqan biparêzin. Ger ku ewlehiya sindoqan neyê parastin gelo dê ewlehiya mirovan çawa bê parastin. Ger ku cihê sindoqan bê guhertin dê ew qas mirov çawa biçin ser sindoqan û çawa biçin dengê xwe bikar bînin. Di şertê OHAL'ê de hilbijartin gelek zor û zahmet e. PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN ÇÛNIYA SER SINDOQAN E Aksunger fikarên xwe yên der barê hilbijêran de jî parve kir û wiha berdewam kir: "Di şertên OHAL'ê de çûyina ser sindoqan gelek zahmet e. Di şertên OHAL'ê de hilbijartin ji çîroka qanûna 82'an zahmetir e. Wê demê hilbijartin bêtir hesan bû. Ji bo Tirkiye pirsgirêkek gelek mezin e. Ger ku di şerte OHAL'ê de hilbijartin tê kirin divê ewlehiya sindoq û hilbijêran bê girtin. " Aksunger bal kişand ser girtin û binçavkirina endam û rêveberen HDP'ê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em dê heyetan bişînin herêmê. Em dê wekîlan bişinin bajarên herêmê. Em dê serî li AGİT'ê bidin. Ger ku li herêmê ji sedî 90 beşdarî hilbijartinê bibin û biçin ser sindoqan dê ji sindoqan "Na" derkevin. Deniz Nazlım / Selami Aslan - dihaber